KOBANÊ – Di salvegera 35’emîn a şehadeta fermandar Egîd (Mahsum Korkmaz) de Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûrye dewreyek leşkerî bi navê “Dewreya Şehîd Mihemed” ji bo endamên Komîta parastinê vekir.
Ev perwerde li ser asta hemû herêma Firatê hate destpê kirin.
Di dewrê bi dehan endamên Komîta parastinê ji gelek deverên herêmê wek Kobanê û gundewarê wê, Eyn Îsayê, Sirînê, li Ekademiya Şehîd Fîraz ya Kobanê beşdar bûn.


