AMED – Yekîneyên DGH Amed di dîrokên 21’ê Adarê û 25’ê Adarê de biryar û îddîaya xwe di qada Newrozê de bir kolanên Amedê.
Yekîneyên DGH Amed di 21’ê Adarê de coşa Newrozê li kolanan gerand. Ciwan û jinên ciwan di qada Newrozê de bersiv dan nûçeyên li ser jiyana Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a, ku ji hêla çapemeniya nîgaşî û hin medya ve hatin belav kirin.
Ciwanên ku bi ruhê serfiraziya Garê herikîn qada Newrozê û peyama ‘Em ê cîhana bê Serok li serê we de hilweşînin’ li qadê dan.
Di daxuyaniya xwe de, DGH bal kişand ser hevdîtina 4 deqîqeyan a Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi birayê xwe re;
“Nêzikatiyeke şaş a ber bi Rêberê me ve sedema ku em cîhanê wêran bikin e. Rêber Apo bi têlefonê bal kişand ser lîstika xeternak a dewletê û diyar kir ku ew dixwaze bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike.
Wekî DGH, em eşkere diyar dikin ku; Rêberê me sedema me ya hebûn û tunebûnê ye. “Heya ku hevdîtinek rû bi rû bi Rêbertî re neyê li dar xistin em ê çalakiyên xwe li her deverê bidomînin.”


