ŞEHBA – Bi sponseriya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk û hevkariya Yekitiya Werzîşê ya Herêma Efrînê turunveya futbolê ya bi navê Şehîd Egîd Cîlo bi dawî bû. Tunuve 26’ê Sibatê bi beşdarbûna 21 tîmên dibistanên navîn û amadehî dest pê kiribû.
6 tîmên ku di pêvajoya navîn a turnuveyê de bi serketibûn, li Stada Babins a Şehbayê li hemberî hev lîstin.
Tîmên qonaxa navîn (Til Rifet û Ehdasê) lîstin, tîma Ehdasê bi ser ket.
Tîmên qonaxa amadehî yê keçan (Til Qerah û Til Rifetê) list û tîma Til Qerah bi ser ket.
Piştre tîmên qonaxa amadehî ya xortan (Berxwedan û Til Rifetê) lîstin û tîma Berxwedan bi ser ket.
Hersê tîmên serkeftî, hekem û lîstikvanê harî baş, harisên herî baş hatin xelatkirin. Her wiha spasiya Yekitiya Werzîşê û komîtaya rêxistinkirinê û berpirsên turnuveyê hatin xelatkirin.



