Enter your email Address

Salı, Şubat 3, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Nexşeya Kurdistanê û parastina sosret

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
24/03/2021 - 0:06
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Nexşeya Kurdistanê û parastina sosret
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –

Yaşar Eroğlu Nivîsand

Gengeşî û nîqaşa bû mijara vê nivîsarê li pey serlêdana Papayê rûhanî lîderê xiristiyanên katolîk ê Vatîkanê pêk hat. Serlêdan dîrokî bû. Hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo ku wateya wê serlêdanê bi awayekî mohr bike pûleke, li paş wê nexşeya Kurdistanê li pêş jî xêzwêneyê Papa lê ye çap kir û weke xelat diyarî Papa kir. Derveyî vê nîqaşê ku ev yek rast e yan ne di cih de ye, tiştekî xwezayî ye ku takekesekî rûmeta welatê we bigire hûn bi xelatekî pêşwazî bikin û bi awayekî sembolîk bi wate bikin. Mafê her hikumet û saziyeke fermî û rewa heye vê yekê bike.

Heta vê derê her tişt asayî û normal ber pê bû.

Wezareta Ragihandinê ya Herêma Kurdistanê pûl dane çapkirin, pêşengên Barzaniyan jî danasîna wê kir, diyarî da Papa.

Pirsgirêka nîqaş û gengeşiyan ji vir şûnde dest pê kir. Wezareta Karênderve ya Tirkiyeyê bi hed û hesaban dest pê kir û bertekên xwe yên tund û tûj ên guhpênas vereşiya.

Kingê ku berteka dewleta tirk belav bû berpirsiyar û rayedarên Rêvebiriya Herêma Kurdistanê yek bi yek paşde gav avêtin li helwesta xwedî derneketin. Berdevkê hikumeta Başûr Cotyar Adil diyar kir ku hinek hunermendan pêşniyaza çapkirina pûlan ji wezaretê re kiriye lê hê hikumetê erê nekiriye. Berpirsiyarê Daîreya Têkiliyên Derve yê hikumetê Sefîn Dizayî jî ji çapemeniyê re wiha axivî, “Weke ku min got, dixwazim dubare ser bisekinim. Ev nexşe sêwirandinek e, pêşnûma ye, tiştekî hikumetê bixwe çêkiribe nîn e. Tenê çend hunermendan, çend sêwirandêrên garafîkê ev xelat dane. …Hikumeta Kurdistana Irqaqê, ji bo Herêma Kurdistana Iraqê berpirsiyar e. Di bin banê Makeqanûna Iraqê de, di çarçoveya sînorekî de rayeke wê, parlemeneke wê, hikumeteke wê heye”.

Wê nebejin, ew çi şîr bû we dot, ew çi bişkul bû we berda navê. Tirkan gefên xwe sor kirin, wan paşde gav avêt. Çiqas dişibe helwesta piştî referandûmê ne wisa? Di siyaset û dîplomasiya navdewletî de nezaket heye û awayê bersivdayînê hene. Tirkiyê çiqas van rê û rêbazan bê hiqûq binpê dike, hikumet û rayedarên Başûr jî ew qas serî diçemînin, didine navê. Di dîplomasiye de heysiyet û liserxwesekin jî heye. Hûn dikarin nekin, heta dawiyê ew mafê we heye lê eger we kir bi wêrekî li pişt kirina xwe bisekinin. Qey hûn dibêjin em ê bikin wê pê nehesin û derbas be here. Ne wisa ye, hûn baş dizanin wisa nabe. Lê hînbûyî ne, serî çemandinê asayî dibînin.

Divê gelek daholbazên helwestên wiha sembolîk bi çepikan pêşwazî dikin bibînin ku encama rastiyên li qadê ne weke çepikan dilxweşker e. Nexşe hestan baş dijene, bi çavan, dilan û guhan re pir xweş tê lê yên ku pişt wê nexşeyê bisekinin, biparêzin hebin. Al, nexşe û hêmayên wiha nirxên neteweyî ne. Divê di dil û mêjî de, roja wê hat di her qadê de bên parastin. Eger al û nexşe, tenê li ser lêvan bên parastin hingê çi dibe hûn dizanin; dibe berzeqî û karê bêşolan.

Bi vê helwestê dil û hestên her kurdekî dildar şikestine, mafê we tune ye ku vê encamê layiqî kurdan bibinîn. A di destê we de serad e, yanî nêrîna we ya neteweyî weke seradê ye, nirxên neteweyî pê nasekinin. Serad qul e, wê avê negire. Ku hûn nexşeya çar parçeyê Kurdistanê çêkin lê fermî bêjin,“Hikumeta Kurdistana Irqaqê, ji bo Herêma Kurdistana Iraqê berpirsiyar e. Di bin banê Makeqanûna Iraqê de, di çarçoveya sînorekî de rayeke wê, parlemeneke wê, hikumeteke wê heye.” helbet xema we nabe. Hingê we çima çêkir? Hestên kurdên çar parçe Kurdistanê ji bo we newaya bilûrê ne. Kêrî we bên pê bibin sermest, ku kêrî we neyên bişkênin bavêjin an jî li serê bilûrvan bixin. Ev ne siyaset e, ne dîplomasî ye; rasterast durûtî û bêxîretî ye.

Aliyekî din ê van gotinên bêsiûd jî heye. Dibêje, “Hikumeta Kurdistana Irqaqê, ji bo Herêma Kurdistana Iraqê berpirsiyar e.” Gotineke tirkan heye, dibêjin, ‘hadî ordan ya’. Eynî wisa, de here lo derewan neke. Tu ji ku dera Kurdistanê berpirsiyar î? Her dever; çiya, deşt û bazar, sûk û kolan, aborî, îstîxbarî, leşkerî hwd di bin şekalên dewleta tirk de ne. Te tirk xistine navenda dil û mêjiyê xwe. Barê ser jî ji we re dibêjin û gef dixwin, ‘hûn baş dizanin em ê çi bînin serê we’. Çawa ku piştî referandûmê gotin, ‘hêrsa me neynin em ê di bîst û çar saetan de nefesa we qut bikin.’ Lê we her paşde gav avêt. Hingê ev çi berpirsiyarî ye?

Eger axa we dagirkirî be al bêxwedî ye, eger pûlên we nehatin parastin nexşeya we bê xwedî ye/bêxwedî dimîne. Hingê hûn li wî welatî kî ne, çi ne, çima hene, berpirsiyarê ku derê ne?

Ji kerema xwe re êdî bes e bêheysiyetî.

Ev nivîs ji ber Helebce û Newrozê germahiya xwe de nehat. Lê… heta ku dewleta tirk ew qas bêperwa be, heta ku serwerên Başûr ji riya vê helwesta kambax dernekevin mijar wê her germ be û germ e, îro nexşe sibê Şengal wê her sar nebe.

WELAT

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – Hêviya Jiyanê

Nivîsa Pêş

Çalakiya Ciwanan ya li dijî binçavkirinên li Parîsê

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Çalakiya Ciwanan ya li dijî binçavkirinên li Parîsê

Çalakiya Ciwanan ya li dijî binçavkirinên li Parîsê

LEZGÎN – DGH’ê li Wanê Firoşkarên tiryakê da

LEZGÎN - DGH'ê li Wanê Firoşkarên tiryakê da

Manşet

  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin
  • DFG’ê: Di Meha Çileyê De 14 Rojnamevan Hatin Binçavkirin û Yek Hat Girtin
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Parêzerên Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi pêşengtiya Tevgera Xwendekarên Demokratîk li Qamişlo pêşengeha pirtûkan hat li darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QIRKIRINA ÇANDÎ JI QIRKIRINA FIZÎKÎ XETERÎTIRIN

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN: Li Elîhê di dema derbasbûna wesayîtên zirxî de teqîn pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.