Enter your email Address

Salı, Şubat 3, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Xwedîderketina li Rêber Apo divê daîmî be!

KCK: Newroza 2021'ê nîşan da ku gelê me û dostên me xwedî li Rêber Apo derketine û ji bo Rêber Apo bi her awayî ji têkoşînê re amade ne. Em careke din dibêjin, ev xwedîderketina li Rêber Apo divê daîmî be.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
22/03/2021 - 13:35
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK: Wê hesab ji kujerên Cemîl û Demhat bê pirsîn
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:

“Newroza 2021’ê li çar parçeyên Kurdistanê, li metropolan û derveyî welat, bi rengê ku li dîroka wê bê, bi heybetî hate pîrozkirin. Moraleke mezin da gelê me û dostan, di heman demê de tirs xiste dilê dijminên Kurdan û demokrasiyê. Em, her kesên ku keda wan di pîrozbahiyên Newrozê de hene, gelê xwe û dostên xwe yên ku qadên Newrozê dagirtin, bi coşa Newrozê silav dikin û pîroz dikin. Bi van Newrozan re sala 2021’ê ji niha ve bûye saleke ku azadî lê bê misogerkirin.

Newroza 2021’ê, ji bo bilindkirina pêngava ‘Li dijî tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê; dem dema azadiyê ye’ û ji bo serxistina vê pêngavê ya di sala 2021’ê de bûye ferman û bang. Di serî de jin û ciwan, gelê me yê ku Newroz kir qadeke bi vî rengî ya têkoşînê, di sala 2021’ê de zor û zehmetî, êriş û zext çi dibe bila bibe wê têkoşînê xurt bike. Li her devera ku Newroza 2021’ê lê hate pîrozkirin, ev îrade û biryardarî hate nîşandan.

Plana Têkbirinê ya ku havîna 2014’an hate amadekirin; di 5’ê Nîsana 2015’an de bi tecrîda giran a li ser Rêber Apo, bi êrişên li dijî gel û darbeya siyasî ya piştî 7’ê Hezîrana 2015’an hatin kirin, veguherandin êrişeke topyekûn. Li ser bingeha tepisandina gel û tasfiyekirina tevgera me, xwestin ku têkoşîna azadiyê têk bibin û qirkirina Kurdan bibin serî. Lê belê li dijî van êrişên giran, Rêber Apo, tevgera me ya azadiyê, gerîla, zindaniyan, hêzên demokrasiyê û gelê me berxwedaneke dîrokî nîşan dan. Dijmin li ti qadê ji êrişên xwe encam negirtiye. Newroza 2021’ê nîşan da ku Plana Têkbirinê wê bi ti awayî encamê wernegire, Plana Têkbirinê wê teqez têk biçe.

Newroza 2021’ê raxist pêş çavan ku mîna Rêber Apo destnîşan kir; gelê me bûye gelê Newrozê, gelê serhildanê. Gelê Kurd bûye gelekî welê ku ji bo hebûn û azadiya xwe şer dike. Nîşanî dost û dijmin her kesî daye ku zext û zordarî wê nikaribe wan ji têkoşîna hebûn û azadiyê vegerîne. Gelê Kurd bi biryar e ku bi nasname, ziman û çanda xwe li welatê xwe bi rengekî azad bijî. Biryardariya xwe ya ji bo jiyana azad û demokratîk, bi rengê ku li ruhê Newrozê yê beriya 2633 salan tê, bi sekna xwe nîşan daye ku li ser bingeha neteweya demokratîk û biratiya gelan dixwaze pêk bîne. Di Newrozê de xwedîderketina li HDP’ê bi xurtî, nîşaneya berbiçav a vê nêzîkatiyê ye.

GELÊ ME DI NEWROZÊ DE BI XURTÎ XWEDÎ LI RÊBERTÎ DERKETIYE

Gelê me di Newroza 2021’ê de bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Azadî ji Rêber Apo re’ bi awayê herî xurt xwedî li Rêberê xwe derketiye. Ev xwedîderketin di heman demê de bûye bersivek ji nûçeyên li ser jiyan û tenduristiya Rêber Apo. Gelê me dixwaze tavilê agahiyeke pêbawer ji ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo werbigire. Ji ber ku tê zanîn, bloka heyî ya desthilatdariya faşîst dijminê Kurdan e, dijminê her cûre nirxên Kurdan e. Lewma gelê me ne tenê dixwaze tecrîd bi dawî bibe. Ji bo careke din nûçeyên bi vî rengî rû nedin, dixwaze Rêber Apo bi awayê fîzîkî azad bibe; têkoşîna xwe jî bi vê armancê dewam dike.

‘HETA HEVDÎTIN BI RÊBER APO RE BÊ KIRIN DIVÊ GELÊ ME ÇALAKIYÊN XWE DEWAM BIKE’

Mijara ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo hîn zelal nebûye. Karakterê vê desthilatdariyê ku dijminê Kurdan e, dike ku bawerî bi ti daxuyaniya wan neyê. Lewma şert e ku parêzer rû bi rû Rêber Apo bibînin. Heta ku ev pêk neyê, divê gelê me helwesta xwe ya xwedîderketina li Rêbertî ku di Newrozê de nîşan da, bi çalakiyên dewlemend dewam bike. Di serî de jin û ciwan divê gelê me û dostên gelê me heta di mijara tenduristî û jiyana Rêber Apo de agahiyeke zelal bi dest bixe, li ser piyan be.

Gelê me jî, dostên me jî li bendê ne ku di demeke kurt de di mijara ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo de agahiyeke zelal werbigirin. Eger di demeke kurt de rewşa Rêberê me eşkere nebe, em ê bi daxuyaniyekê helwesta xwe ya nû eşkere bikin. Eger di demeke kurt de rewş zelal nebe, divê gelê me jî, dostên me jî, hêzên demokrasiyê hemû xwe ji rê û rêbazên nû yên têkoşînê re amade bikin. Berpirsyariya me ye ku em têkoşîna ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo bigihînin asteke nû. Rêberê me tmenê xwe da me û gelê xwe, lewma xwedîderketina li Rêbertî xwedîderketina li hebûn û azadiya xwe ye.

Newroza 2021’ê nîşan da ku gelê me û dostên me xwedî li Rêber Apo derketine û ji bo Rêber Apo bi her awayî ji têkoşînê re amade ne. Em careke din dibêjin, ev xwedîderketina li Rêber Apo divê daîmî be. Bi coş û helwesta Newrozê em jin, ciwan û tevahiya gelê xwe silav dikin ku nîşanî her kesî dan ku gelekî ji bo azadiyê şer dike.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HBDH: Baran Serhat li her qada jiyan û têkoşînê kedkarekî şoreşê bû

Nivîsa Pêş

Ji bo hevdîtina bi lezgîn a bi Rêber Apo re dîsa serlêdan hate kirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
NIRXANDIN – Xiyanet Têk Diçe – 2

Ji bo hevdîtina bi lezgîn a bi Rêber Apo re dîsa serlêdan hate kirin

Zarokên Agir li 6 bajaran de bi agirê Newrozê ve şewitand

Zarokên Agir li 6 bajaran de bi agirê Newrozê ve şewitand

Manşet

  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin
  • DFG’ê: Di Meha Çileyê De 14 Rojnamevan Hatin Binçavkirin û Yek Hat Girtin
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Pênûsa Gerîla – Rastiya Jiyana me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo ji bo Azadiya fîzîkî ya rêber Apo meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên gerîla didome: leşkerek hate cezakirin û 4 jî birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gerîla TV dîmenê xistina Akinci weşand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.