Enter your email Address

Salı, Aralık 23, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Ronahî Serhat: “Gotina me wê çalakî be, çalakiya me jî wê serketin be”

Jin û ciwan ku hêza guherîna civakî û hêza şoreşê ye, divê civakê rakin ser piyan. Dem dema azadiyê ye. 8'ê Adarê ya 2021'ê wê bibe qada têkoşîneke radîkal û dewlemend ku teqez bi ser bikeve.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
02/03/2021 - 11:27
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Ronahî Serhad: Li dijî faşîzmê tevgera yekbûyî ya jinan hewce ye
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Ronahî Serhat bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji ANF’ê re axivî.

Ronahî Serhat di destpêka axaftina xwe de di şexsê şehîdên têkoşîna azadiyê Zîn Cîzre, Leyla Agirî, Sema Koçer de şehîdên têkoşînê bi bîr anî û 8’ê Adarê li jinan pîroz kir.

Ronahî Serhat anî ziman ku jinên Kurd ji dema ku li nava refên PKK’ê dest bi têkoşîna azadiya jinê kirin û vir ve her 8’ê Adarê kirine mîladeke têkoşînê û bi vê wateya dîrokî 8’ê Adarê pêşwazî kirin.

Ronahî Serhat got, “Me têkoşîna wê yekê kir ku 8’ê Adarê ji wateya rojeke sembolîk a bîranîna maf û pirsgirêkên jinan derxînin, her rojê bikin rojên têkoşînê.”

‘HÊZÊN YJA STAR, YPJ, YJŞ Û HPJ DESTKETIYÊN JIYANA HEMÛYAN E’

Ronahî Serhat anî ziman ku li nava şert û mercên mêtingeriyê yên li Kurdistanê, li gorî ruh, wateya 8’ê Adarê bersiva herî guncaw bi xweparastinê, bi têkoşîna azadiya jinê tê dayin û wiha dewam kir, “Têkoşîn û rêxistiniya xwe naspêre xeta xweparastinê, neçar e têk biçe. Gerîlayên jin ên li çiyê, deşt û bajaran, yekîneyên çekdarî yên jinan temînata azadiyê ne. Dest ji vê yekê nayê berdan. Li dijî artêşên netewe-dewlet û rêxistinên wan ên mîlîtarîst weke DAÎŞ, Boko Haram û hwd. ên bi neteweperestî û zayendîperestiya mêr hovîtiyê dikin, xweparastin şert e. Tecrûbeya YJA Starê ya li çiyayên Kurdistanê, bi dersên xwe yên mezin ji niha ve mohra xwe li dîrokê xistiye. Her wiha li Rojava rêxistinbûna xweparastina jinê ya YPJ’ê, bûye çavkaniya sûdwergirtinê ji tevahiya cîhanê re. Wekî din li Şengalê yekîneyên YJŞ’ê, li Rojhilat HPJ hene. Ev ne tenê destketiyên jinên Kurd e. Divê jin hemû xwedî li wan derkevin.”

‘DIKARIN DEST JI HER TIŞTÎ BERDIN, LÊ NIKARIN DEST JI XWEPARASTINÊ BERDIN’

Ronahî Serhat anî ziman ku di serî de DYE, Rûsya, Fransa, Elmanya her kes baş zane ku AKP, Erdogan ji bo xurtkirina DAÎŞ’ê her tiştî dikin û got, “Heta ku pirsgirêka Sûriyeyê çareser nebe wê gefa DAÎŞ’ê dewam bike. Ji ber kiryar û polîtîkayên qirkirina jinê û qirkirinê ya dijmin, xweparastin şêweyekî jiyanê û têkoşînê ye.

Parastin meseleyeke jiyanî ye ku nabe ji kesî re bê hiştin. Dema ku DAÎŞ’ê êriş bir ser Şengalê, bi sedan mirov qetil kirin û jin revandin, destavêtin jinan, hate dîtin ku ne dewleta Iraqê ne jî PDK’ê nexwestin tiştekî bikin. Berevajî ji herêmê reviyan. Niha jî bi zordarî hewl didin ku hêzên xweparastinê yên xelkê Şengalê ji hev belav bikin. Eger xelkê Şengalê, jin û ciwanên Şengalê dest ji vê yekê berdin, wê bê wê wateyê ku serê xwe dirêjî binê şûr bike. Dikarin dest ji her tiştî berdin, jiyan jî di nav de, lê belê divê dest ji xweparastinê, dest ji xwerêveberiyê bernedin ku ev rêxistinbûn ji bo jiyana wan bi xwe ye. Em berxwedana wan a bi pêşengiya jin û ciwanan nîşan didin silav dikin, 8’ê Adarê li wan pîroz dikin.”

‘LI HER WELATÎ, LI NAVA HER CIVAKÊ PÊWÎSTIYA JINÊ BI RÊXISTINBÛNA XWEPARASTINÊ HEYE’

Endama koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhat anî ziman ku li her welatî li nava her civakê jin bi heman gef û metirsiyan re rû bi rû ne û got, “Divê jin teqez li hev kom bibin û yekîneyên xweparastinê ava bikin. Rê û rêbazên vê jî li gorî xwe dikarin diyar bikin. Divê jin xwedî tevneke rêxistinbûnê bikin ku hay ji hev hebin. Yekîneyên parastinê yên ciwanan dikarin hebin ku karibin bikevin nava liv û tevgerê. Bi kîjan rê û rêbazê, bi kîjan amûrê dibe bila bibe divê jin teqez karibin rê û rêbaza bersivdanê peyda bikin.”

‘XWESTINA AZADIYA JINÊ XWESTINA SÎSTEMEKE NÛ YA CÎHANÊ YE’

Di dewama axaftina xwe de Ronahî Serhat got, “Sîstema kapîtalîst ku jinê weke hêzeke porno, reklamê, fûhûşê û keda bi erzanî bi kar tîne, jinan di asta herî ketî de dihêle, bi vî rengî sîstemeke li dijî civakê ye, li dijî mirovahiyê ye. Hovîtiya mêtingeriyê ya kapîtalîst ne tenê li dijî jinan e di heman demê de mirovahiyê, xwezayê û cîhanê tune dike. Aloziya ji ber nexweşiyên şewbê, bêkariyê, krîzên civakî, nehevsengiya avhewayê hemû rewşa neyînî û xitimandî ya sîstemê radixe pêş çavan. Mirovahî nikare sedsaleke din jî bi sîstema kapîtalîst bijî. Xwestina azadiya jinê xwestina sîstemeke nû ya cîhanê ye.”

Ronahî Serhat wiha dewam kir, “Heta ku sîstema kapîtalîst ji holê neyê rakirin ku sîstembûna zîhniyeta şaristaniya çînî ye û sîstemeke nû li şûna wê neyê afirandin, jin rizgar nabin. Jin û civak rizgar nabin. Tevgera sereke ya ji nava tevgerên li dijî sîstemê, tevgera jinê ye. Jinên ku bi vê rastiyê hesiyane, li her devera cîhanê bi mîtîngan, xwepêşandan, nîqaşan, raperînê lêgerîna xwe ya li sîstemeke nû nîşan didin. Îsal di 8’ê Adarê de wê sekneke radîkal bê nîşandan ku sîstema bi serweriya mêr lêpirsîn dike. Pîrozkirin, pêşwazîkirina 8’ê Adarê tê wateya serhildan, raperîn. Jin her sal bi peymana azadiyê, bi veguherîa cewhera raperînê nêzî 8’ê Adarê dibin û tevlî dibin. Cewhera pîrozkirinê serhildan e. Hesabpirsîna ji sîstema mêr a serdest e.”

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhat di dawiya axaftina xwe de got, “Sekn, ruh û xeta têkoşînê ya sala 2021’ê ji aliyê 15 hevrêyên me yên leheng ve hate diyarkirin ku li Garê destan nivîsandin. Endamên êrişa dagirkeriyê ya desthilatdariya AKP’ê ya li Garê û encamên wê ji aliyê tevgera me ve ji raya giştî re hate eşkerekirin. 15 hevrêyên me yên bi fermandariya Şoreş Beytuşşebap xeta serketinê ya pêngava me ya ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye’ destnîşan kirin. Hêzên gerîla hemûyan li çeperên lê bûn bi taktîkên gerîlatiya şareza dijmin têk birin.

Her wiha pêngava me ya KJK’ê ya bi navê ‘Li dijî qirkirina jinê, dem dema azadiya jinê û civakê ye’ ku bi rengekî xweser tê meşandin, wê li ser xeta fedayî ya Garê ji bo misogerkirina serketinê bi milîtaniya azadiyê ya jinê bê meşandin û wezîfeyên pêşengiyê wê bi cih bên anîn.

Jin û ciwan ku hêza guherîna civakî û hêza şoreşê ye, divê civakê rakin ser piyan. Dem dema azadiyê ye. 8’ê Adarê ya 2021’ê wê bibe qada têkoşîneke radîkal û dewlemend ku teqez bi ser bikeve. Gotina me wê çalakî be, çalakiya me jî wê serketin be. Di çalakiyên îdeolojîk, leşkerî û siyasî de karên me yên avakirinê wê dewam bikin. Li dijî jinê, nirxên destketî û qadên me yên azad êriş ji kê tê bila bê, wê bi ruhê Garê bersiv bê dayin.”

Ronahî Serhat herî dawî got, “Em sala 2021’ê weke sala jinê pêşwazî dikin, ji gotinê heta çalakiyê, ji hunerê heta sporê em ê her qadê, bi nirxên azadiyê bixemilînin, zêde bikin, bedew bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Greva Birçîbûnê di roja 96’an de didome: Komên 20’emîn grev dewrgirtin

Nivîsa Pêş

Ji bo hevdîtina Rêberê Gelan parêzeran serî li dozgeriyê dan

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Parêzeran ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re serlêdan kirin

Ji bo hevdîtina Rêberê Gelan parêzeran serî li dozgeriyê dan

LEZGÎN – Li Kurdistanê leşkerekî dagirker dîsa kêm bû: Gerîla lê da

LEZGÎN - Li Kurdistanê leşkerekî dagirker dîsa kêm bû: Gerîla lê da

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Hesekê û Reqqa Li Hemberê Erişên Daketin Qadan
  • Ciwanên Qamişlo Li Hemberê Erişên Daketin Qadan
  • Êrîşên Li Ser Helebê Berdewam Dike
  • Rêxistinên Ciwanan MESEM’ê Protesto Kir
  • Bi pêşengtiya ciwanan li Kobanê berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê silav kirin
  • Di Êrîşên Li Ser Helebê De Jinek Hat Qetilkirin û Hejmara Birîndaran Derket 6’an

Herî zêde hatine xwendin

  • ‘Em Şehîdên Xwe Yên Têkoşînê Yên Sala 2023’an Bi Hurmet Bi Bîr Tînin’

    ‘Em Şehîdên Xwe Yên Têkoşînê Yên Sala 2023’an Bi Hurmet Bi Bîr Tînin’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanek ji Laziqiyê Winda Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Encama Teqînek De Jinek Ciwan Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo Li Hemberê Erişên Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Civîna Xwe ya Salane li Hesekê Lidar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Bîranîna Rast Pêşxistina Têkoşînê Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Firatê li hev civîyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Em Ji Bo Geşkirina Jiyanê Tovên Hêviyê Diçînin’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Êrîşên Li Ser Helebê De Jinek Hat Qetilkirin û Hejmara Birîndaran Derket 6’an

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.