Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

Xwedevanên Mexmûrê Banga Xwedîderketina Zimanê Dayîkê Kir

Li wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) tevahî xwendevanan bi wesîleya Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî li dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn kom bun û daxuyaniyek dan.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
21/02/2021 - 15:28
di nav Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Xwedevanên Mexmûrê Banga Xwedîderketina Zimanê Dayîkê Kir
ParvekeTweet

MEXMUR – Li Wargeha Penaberan Mexmurê xwendevanan bi wesîleya roja zimane dayîkê li dibistana amadeyî ya Şehîd Koçerîn kom bun û daxuyaniyek dan. Xwendevanan di daxuyaniya xwe de gotin ‘’Zimanê mirov beden û hebûna mirov e divê em lê xwedî derkevin.’’

Li wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) tevahî xwendevanan bi wesîleya Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî li dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn kom bun û daxuyaniyek dan. Daxuyaniya ji aliyê xwendekara Rojda Talî ve hat xwendin bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan hat destpêkirin û banga xwedîderketina li ziman hat kirin.

Daxuyanî wiha ye:

‘’Zimanê mirov bedena mirov e, divê em li bedena xwe xwedî derkevîn û bedew bikîn. Lewra tu netew nikarin bê ziman nikarin werin hizirandin, ziman çewa ku bi çalakiya mirov ya afrêner ve girêdayiye her wisa bingehê diyarkirina hebûna mirove jî. Dema zimanê mirov ji destê mirov tê sitandin ev dikeve rewş û astekr ku ji lawirekî kêmtir û paşvetir. Lewra bi lawiran re gelek pêhesên xwezeyî ku di mirovan re tune ne peyda dibin, lawir bi wan pêhesan jiyana xwe berdewam dikin. lê pêhesên wisa xwezeyî bi mirovan re tune ne. Mirov wan kêmasiyên xwe yên xwezeyî bi ziman tekuz dikin. ji ber vê sedemê ziman hêmana temamker ya mirov e, ev temamker jî çalakiyên ku bi afrêneriya ziman derdikevin holê ne. Ji ber vê çendê perwerdeya zimanê dayîkê beriya her tiştî ji mirovan re pêwîst e.

Ziman endamekî herî bingihîn ê çanda gelan e

Di pêşveçûn û jiyana kesayeta mirovan de cihekî pir giring ê hindekariya zimanê dayîkê heye. Kesên ku di asta ziman de têr peywendiyên hîn bi tendirust ava dikin û di jiyanê de bêhtir serkeftî ne. Ziman endamekî herî bingihîn ê çanda gelan e. Gelên ku giringiyê nade ziman û nûbûnê di ziman de çêneke, perwerdeya xwe bi zimanê biyanî dibîne nikarin remanekê afrêner derbixin holê. Perwerdeya bi zimanê biyanî rêya herî bi bandor ya bişaftina gelan e. Lewra heta niha di nava kurdan de perwerde û hindekarî bi zamanê dayîkê bi awayekî rast û sazûmankirî pêşneketi ye. Hindekariya ziman mejî û her wiha remaneke guherînê û bi şêwe dike. Bingehê armanca perwerdeya ziman pêşxistina hûnerê ragihandin û zimanê zarok û mirovan e. Ji ber vê sedemê di sazûmaniya perwerdeya hemû welatan de, di serî de divê giringiyek mezin bê dayîn ji bo zimanê dayîkê. Kesên ku di qûnaxa pêşketinê de ne, bi awayek pir baş hewil didin ku xwe fêrî ziman bikin. Ji ber ku ziman endamek herî bingihîn ê çandê û sazumaniyek herî bi hêz e ku mirovan nêzî hev dike.

Zimanê Kurdî, zimanê herî kevne

Zimanê Kurdî, weke şaneya koka mezopotamya yek ji zimanê herî kevne. Ji ber ku hema bêje hemû nirxên mirovahiyê li ser van xakan hatine avakirin û pêve girêdayî zimanê kurdî jî di têgînkirina van nirxande gelek pêşketî ye. Her serdemeke dîrokê dagirkeran xwestine Zimanê Kurdî ji holê rakin lê bi ser neketin. Weke zimanê civakek xwezeyî û bi xwezayê ve girêdayî Zimanê Kurdî jî gelek herikbar e. Gelê kurd heTa niha bi riya çand, huner û zimanê xwe yê dewlemend kariye nasnameya xwe bigihîne roja îro. Di dîrokê de çand û hûnera kurd herî zêde bi devokî derbasî nifşên din bûye. Lê bi qirkirina çandî û pêşketina amûrên teknîkê êdî ev çand û hûner di bin xeteriyeke mezin de ye. Sirgûna 3 milyon kurdan eger ne nijad kujiyeke, lê çi ye? Bi dehan mîrateyên dîrokî yên ku di bin bendavan de mane çanda me ne ku di bin avê de hiştin. Ger ez nikaribim bi zimanê xwe yê zikmakî baxivim, ger dê zarokên min nikaribin fêrî zimanê xwe yê dayîkê bibin, ma wê demê çi wateya jiyana min dimîne? Ev qirkirina çandî ji ya fizîkî xiraptir e.

Bê ziman jiyan nabe

Her çiqas rêxistina perwerde zanist û çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) bi salane vê metirsiyê dibîne, lê li beramberî Zimanê Kurdî yê ji 40 milyon zêdetir kurd tenê peyamekê jî nade. Ji ber qeyranên desthilatdarî û sermayedariyê nivê zêdetir zimanên civakan di metirsiya tinebûnê de ne. Ji ber vê çendê civaka giştî ya UNESCO’yê ji bo parastina zimanê dayîkê di sala 1999’an de roja 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê pejirandiye. Cara yekem di sala 2000’î de hat pîrozkirin û ji wê rojê ve tê pîrozkirin. Em weke xwendekar û mamosteyên wargeha Mexmurê vê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê pîroz dibînin û pîroz dikîn. Her wiha bangı raya giştî dikîn ku metirsiya li ser Zimanê Kurdî bibînin. Bangî raya gelê kurd dikîn metirsiya li ser zimanê xwe bibînin û lê xwedî derkevin. Zimanê me hebûna meye, zimanê me nasnameya meye, bê ziman jiyan nabe, ziman mergê mirove.’’

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji fermandarên HPG’ê Hakî Armanc: “Potanisyela me ya li Bakur bi temamî neketiye pratîkê”

Nivîsa Pêş

TAYBET – Ciwanê Dirbesiyê: Zimanê dayikê ji bo me xewnek bû, ev xewn îro ji bo me rastî bû

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
TAYBET – Ciwanê Dirbesiyê: Zimanê dayikê ji bo me xewnek bû, ev xewn îro ji bo me rastî bû

TAYBET - Ciwanê Dirbesiyê: Zimanê dayikê ji bo me xewnek bû, ev xewn îro ji bo me rastî bû

ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2021’AN

ROJEVA 22’YÊ SIBATA 2021’AN

Manşet

  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.