Enter your email Address

Çarşamba, Şubat 4, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû: Şengal bila xweser be, kî bi rê ve dibe bila bibe

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir ku xweserî û xwerêveberiya Şengalê ji bo wan meseleyeke exlaqî û wijdanî ye û got, "Bila Şengal xweser be, kîjan Êzidî bi rê ve dibe bila bibe." Karasû her wiha bang li Êzidiyan jî kir.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
01/12/2020 - 13:58
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû: Şengal bila xweser be, kî bi rê ve dibe bila bibe
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû têkilî peymana di navbeyna PDK-Hikûmeta Iraqê de û geşedanên piştî wê rû dane ji Medya Haberê re axivî. Karasû got, ” Niha radibin dibêjin ‘nizanim PKK wê çi bike’. Hûn ê xweseriya Êzidiyan nas bikin, ne xweseriya PKK’ê. Hûn ê xwerêveberiyê bidin wan.”

Karasû têkilî mijarê wiha axivî:

”Civaka Êzidî ew peyman qebûl nekir. Ji ber ku di nava wê peymanê de Êzidî nînîn, saziyeke Êzidiyan nîne. Bi navê Êzidiyan kes nîne. Fermana 74’an li vê civakê rabû, hindik mabû tune bibûya, vî gelî tecrûbe ji vê yekê derxist. Naxwazin careke din ferman li wan rabe. Rabûna fermaneke din tê wateya tunebûna wan. Ya rast di vê fermana dawî de wê biqediyana. Vî gelî qebûl nekir. Wê demê îradeya vî gelî divê li ber çavan bê girtin.

Gelo ev Xweserî li dijî kê ye? Gelo li cîhanê xweserî nîne? Ewropayê, Amerîkayê çima xwedî li vî mafê xweseriyê yê vî gelî dernakevin? Wê bihatina qirkirin. Gelo Êzidî wê li wir dewletê ava bikin? Gelo wê bêjin, ‘Me li vir, li Şengalê dewletek ava kir?’ Tiştekî wisa heye?

Gelo çi zerara vê xweseriyê li PDK’ê, li rêveberiya Başûrê Kurdistanê heye? Li şûna ku piştgiriyê bide, bi vî rengî tevdigere. Bi rastî jî me fêhm nekiriye. Dibêjin wê 10 hezar polîs biçin wê derê. Çima wê biçin? Ew gel dikare li wir ewlehiya xwe, asayîşa xwe pêk bîne. Ev şaş in. Nabe ku ji bo xatirê zextên dewleta Tirk vê bikin. Dewleta Tirk di her mijarê de şantajê dike.

PKK’ê xwe ji wir vekişandiye. Em dibêjin bila li wir xweserî hebe, kî bi rê ve dibe bila bi rê ve bibe. Tenê bila Êzidî xwe bi rê ve bibin. Bila Êzidî jî xwedî li xweseriyê derkevin. Êzidiyên nêzî PDK’ê jî yên nêzî YNK’ê jî bila daxwaza xweseriyê bikin. Çima naxwazin? Eger Êzidiyek xwerêveberiyê, xweseriyê nexwaze, ew ne Êzidiyekî rasteqîn e. Bila xweseriyê bixwaze, nêrîna xwe çi dibe bila bibe. Tu xwe bi xwe bi rê ve bibe. Eger di sala 2014’an de te xwe bi xwe bi rê ve bibira, wê rewş bi vî rengî nebûya, tu yê ji warê xwe nereviyabûya. Rêveberiya te wê li ber xwe bida.

Iraq jî bila meseleyê bi diyaloga bi Êzidiyan re çareser bike. PDK jî bila hurmetê nîşanî rêveberiya xweser a li wir bide. Ev yek wê qîmetê PDK’ê zêde bike. Wê qîmetê Iraqê jî zêde bike. Êzidiyan rêveberiya xweser ava kiriye û Iraqê jî qebûl kiriye, eger bi vî rengî bibe Iraq wê ji nişka ve mezin bibe, wê îmaja wê biguhere.

Tişta em dibêjin ev e; bila xweser bin, xwe bi xwe bi rê ve bibin, kî dike bila bike. Nêzîkatiya me tenê exlaqî û wijdanî ye. Divê nêzîkatî jî hemû exlaqî û wijdanî be. Niha radibin dibêjin ‘nizanim PKK wê çi bike’. Hûn ê xweseriya Êzidiyan nas bikin, ne xweseriya PKK’ê. Hûn ê xwerêveberiyê bidin wan. Li wir bila hilbijartin bibe, di encama hilbijartineke demokratîk de kîjan Êzidî hate hilbijartin bila wê derê bi rê ve bibe. Îradeya wan e. Nêzîkatiya me bi vî rengî ye. Pirsgirêk bi aloziyê çareser nabe. Nêzîkatiya li civaka Êzidî karakterê mirovan nîşan dide. Tu bi çi rengî nêzî Êzidiyan dibe, hingî exlaq, wijdanê te, nêrîna te ya siyasî jî bi wî rengî ye. Ew pîvan e, ji bo mirovan jî ji bo rêxistinan, ji bo dewletan jî pîvaneke. Berpirsyariya her kesî ye ku tevkariyê li xweseriya Êzidiyan bike.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – Li Efrînê 5 çeteyên tirk hatin kuştin û 4 maşîne jî hatin îmhakirin

Nivîsa Pêş

Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelan serlêdan hate kirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelan serlêdan hate kirin

Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelan serlêdan hate kirin

Însiyatîfa Zarokên Agir di meha Mijdarê de 120 şewitandin

Însiyatîfa Zarokên Agir di meha Mijdarê de 120 şewitandin

Manşet

  • Ji Abya Yala Heta Kurdistanê, Gel Ji Bo Şoreşê Serî Hildidin
  • Ciwanên Dêrik û Qamîşloyê Li Kolanan Parastina Bajarên Xwe Dikin
  • “Li Hemberî Têkoşîna Domdar Tu Bandora Şerê Taybet Tune Ye”
  • Bi Pêşengiya TekoJINê Li Berlînê Çalakiyek Hat Lidarxistin
  • Belavkirina Belavokan Li Cenevreyê Beriya Meşa Dirêj a 7ê Sibatê
  • Meşa Mezin a Ji Bo Rojava Li Hamburgê
  • Di rewşa şer de xwendekarên Kobanê perwerdeyên alîkariya yekem lidardixin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG`ê li Wanê wesayîta leşkerî ya artêşa dagirker rûxand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TAYBET – Artêşa tirk a dagirker têk diçe: Gerilla di meha Gulanê de 139 leşkerên dagirker kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şengal dê destûr nede fermaneke din: Nobed di roja 99’an de ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şerê Gelê Şoreşgerî – Ciwanên Rojavayê Kurdistanê perwerdeya xweparastinê dibînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo ji bo Azadiya fîzîkî ya rêber Apo meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TekoJIN Wê Meşa “Jin Jiyan Azadî, Serbixe Azadî” li dar bixe- hat nû kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.