Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Trump hevkarê Erdogan e!

Xuya ye ku Trump dagirkirina Tirkiyê ya Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji bo Erdogan weke çîrokek serketî dibîne. Bêguman, Kurd vê weke destdana qirkirina Kurdan fêhm dikin. Trump bi vê helwesta xwe bûye hevkarê polîtîkaya dewleta Tirk a qirkirina Kurdan.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
25/08/2020 - 12:24
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Tirkiyeya bê Kurd tenê dikare dawî li xwe bîne
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN 

Peywendiyên qirêj yên serokdewletê Emerîkayê Trump ên bi dewleta Tirk re em ji şêwirmendê wî yê berê Bolton hîn bûn. Derket holê ku Trump li Sûrî ne gelê Kurd û gelên Sûrî, lê Erdogan û Tirkiyê esas dibîne. Bi vî awayî em fêhm dikin ku li Serêkaniyê û Girê Spî Trump rê da ye Tirkiyê. Jixwe Trump di daxuyaniya xwe ya dawî de gotibû wî karê kontrola sînorê Sûrî-Tirkiyê daye Erdogan. Bi van gotinan Trump li vê rewşê mikur hatiye. Niha em baştir fêm dikin ku, ne tenê Rûsyayê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê jî dagirkirina dewleta Tirk ya Eferînê erê kiriye. Bê guman herdû dewletan jî di çerçoveya parastina berjewendiyên xwe yên qirêj de destûr dane û êriş erê kirine.

Dema Rûsya û rejîmê berê xwe da Îdlibê Emerîkayê eşkere destek da Tirkiyê. Bi vî awayî hatiye dîtin ku Emerîka di şekilgirtin û dîzayna Sûrî de Tirkiyê esas dibîne. Baştir xuya dibe ka bermayên DAIŞ, El Nûsra, Îxwanan ku bi navê muxalefeta Sûrî tevdigerin û ENKS çima li Tirkiyê bi cih bûne û Tirkiye ji wan re bûye war. Desteka Serokê Emerîkayê Trump ya ji bo Tirkiyê peywendiya herî bêexlaq ya dîrokê ye. Ji ber ku li dijî Kurdên bi DAIŞê re şer kirin û dikin destekê dide faşîzma dewleta Tirk. Jixwe piraniya gelê Emerîkayê, hêzên siyasî û derdorên demokratîk jî ji vê rewşê şerm dikin.

Di şerê li dijî DAIŞ’ê de Kurdan zêdeyî deh hezar şehîd dan, zêdeyî bîst hezar şervan jî birîndar û gazî bûn. Dewleta Tirk jî bûye qada derbasbûnê û baregeha lojîstîkê ya DAIŞ’ê. Tirkiyê bûye qada DAIŞ lê nefes bigire û bide. Her diçe zêdetir eşkere xuya dike ku ne tenê ji bo birîndaran, lê ji bo DAIŞ’iyên tengav bûne jî Tirkiye bûye welatê dûyem. Piştî têkçûna DAIŞ’ê li Sûrî gelek DAIŞ’iyan berê xwe da Tirkiyê. Ev delîla eşkere ya têkiliya Tirkiye-DAIŞ’ê ye.

Trump destek da Tirkiyeya ku bûye destebirakê DAIŞ’a dijminê mirovatiyê hemû û li şûna Kurdên Rojava Tirkiye tercîh kir. Trump bêyî şerm bike bi gotina “me leşkerên xwe vekişand, Tirkiyê jî karê xwe kir” ev rastî îfade kir.

Me dizanî modernîteya kapîtalîst berjewendîparêz e, lê mirov kêm rastî vegotinek berjewendiyan ya wisa bê exlaq û vekirî tê. Trump, ji Tayyip Erdogan re gotiye “zilamekî aqil, lîstikvanekî baş yê satranca siyasî ye.” Bi tenê stratejî û lîstikek satrancê ya desthilata Tayyîp Erdogan heye. Ew jî dijminatiya Kurdan e. Erdogan derfetên Tirkiyê yên Aborî, siyasî, civakî û leşkerî hemûyan ji bo dijminatiya Kurdan bi kar tîne. Ma ev rewş çawa dibe karê aqil an? Dewleta Tirk siyaseta xwe hemûyî li gorî dijminatiya Kurdan eyar dike. Ma ev çawa dibe lîstikvaniyeke baş ya satrancê? Kî bêje, “Erdogan lîstikvanekî baş yê satrancê ye û bi aqil e”, ew pesnê dijminatiya Kurdan dide.

Beriya ku Serêkaniyê û Girê Spî bê dagirkirin Trump gotibû, “Erdogan dijminê Kurda ye û ez bûm asteng ku Kurdan nekûje.” Eşkere bûye ku Trump bazirganekî siyasî yê ne ji dil, bê prensîb û tenê rojane ye, û rojane diaxive. Beriya 5-6 mehan destûr nade dagirkirinê, lê piştre wê dagirkirinê erê dike, li hemberî kuştina Kurdan bêdeng dimîne. Ev rewş radixe ber çavan ka ew siyasetvanekî çend eyar e.

Zilamekî dijminê Kurdan piştre çawa dibe zilamekî bi aqil û lîstikvanekî baş yê satranca siyasî? Wisa xuya ye ku Trump dagirkirina Tirkiyê ya Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji bo Erdogan weke çîrokek serkeftî dibîne. Bê guman, Kurd vê weke destdana qirkirina Kurdan fêhm dikin. Trump bi vê helwesta xwe bûye hevkarê polîtîkaya dewleta Tirk ya qirkirina Kurdan. Heke bê gotin destê Trump di xwîna Kurdan de heye, bi herhalî dê ew peywendiya xwe ya li gel hin beşên Kurdan dayne holê û bêje ne wisa ye. Her wekî Tirkiyê, peywendiya xwe ya bi hin Kurdan re nîşan dide û dibêje ez ne dijminê Kurda me. Li hemberî van polîtîkayên Trump hinek siyasetmedar, leşker û dîplomatên Emerîkî yên xwedî wezîfeyên giring, şerm kirine. Bi herhalî dê ev şerm di dîroka Emerîkayê ya siyasî de wisa bê nivîsandin ku jê neçe.

Trump ji şervanên jin û mêr yên li dijî DAIŞ’ê şer kirî re got, ne ewqas jî baş in. Ev gotin nîşan dide ka çiqas bê pîvan e, û bêyî ku bifikire diaxive. Pîvanên Trump û yên ji %90’’ê mirovahiyê ji hev cûda ne, ne wekî hev in. Dîsa eşkere bûye ku di pêkanîna polîtîkayên qirêj û kirêt yên Trump de rola nûnerê taybet yê Sûrî Jeffry heye. Tê gotin peywendiyên vî zilamî yên bazirganî bi Tirkiyê re hene. Li ser bingehê van têkiliyên bazirganî Kurd derxistine bazarê û difiroşe. Yekî wisa ye, li rûyê Kurdan bi awayekî diaxive, li pişt wan jî dek û dolaban digerîne. Jeffry mîmar û muhendisê dagirkirina Tirkiyê ya Serêkaniyê û Girê Spî ye. Pêşî di bin çavdêriya Emerîkayê de li gel dewleta Tirk û rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûrî peymanek çêkir, bi vê peymanê Kurd xapandin. Piştre jî çavên xwe girt û hişt ku dewleta Tirk vê peymanê binpê bike û Rojava dagir bike. Hezkirina Jeffry ya ji bo dewleta Tirk ewqas mezin e, ji bo PKK’ê tine bike xwestiye rêveberiya Tirkiyê, Iraq û Başûrê Kurdistanê li hev bicivîne. Heta tê gotin li pişt êrişên dewleta Tirk yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî dîsa ev zilam heye.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

GULÎSTAN ÇIYA ÎKE

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 25’Ê TEBAXA 2020’AN

Nivîsa Pêş

Cenazeyê Gerîllayê HPG’ê li Bismilê hate veşartin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Dagirker gundê Hûriye yê Girê Spî bomberdûman dikin

Cenazeyê Gerîllayê HPG'ê li Bismilê hate veşartin

Parêzeran ji bo dîtina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan serî li rayedaran dan

Parêzeran ji bo dîtina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan serî li rayedaran dan

Manşet

  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.