Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Fermandariya YPJ’ê: Hêvî bû nîşaneya yekparebûna têkoşîna azadiyê

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê şoreşgera Kurd Hêvî (Gulistan Aksoy) bi daxuyaniyekê bi bîr anî.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
07/08/2020 - 13:29
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Fermandariya YPJ’ê: Hêvî bû nîşaneya yekparebûna têkoşîna azadiyê
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya YPJ’ê, ji ber şehadeta şoreşger Hêvî (Gulistan Aksoy) ku 26’ê Tîrmehê li paytexta Elmanya Berlînê ji ber nexweşiyê tevlî karwanê şehîdan bû daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de Aksoy bi rêzdarî û hezkirin hate bibîr anîn û sersaxî ji malbata wê û gelê Kurd re hate xwestin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

“Hevrê Hêvî ya ku tevahî giyana xwe mîna findekê di ber têkoşîna azadiya gelê xwe de helandiye, di her henaseyeke jiyana xwe de bû çavkaniya coş, moral û hêviyê. Ji ber me hevrê û şoreşgerek wiha dilwêrek û mezin wenda kir, em xemgîniya xwe bi malbata wê ya hêja û gelê xwe yê welatparêz re parve dikin. Lê em bi dilwêrekî û berxwedaniya wê ya bêhempa jî serbilind in. Mîna her hevalek şehîd, hevrê Hêvî jî erka xwe ya li hember şoreşê, li hember hemû jinan û gelê xwe bi serketî pêk anî û ev têkoşîna xwe dewrî me kir.

Çawa ku heval Hêvî di xebatên ciwanan de, di kar û xebatên çapemeniya azad de û di têkoşîna azadiya jinê de bû xwedî roleke diyarker û aktîf, li Rojavayê Kurdistanê jî bû xwedî heman rolê. Ango di kêliyên herî dijwar de ku çeteyên DAİŞ û El Nûsra bi hovîtiyeke mezin berê xwe dabûn warê me Rojavayê Kurdistanê û her der talan dikir, şoreşger Hêvî, mîna bi sedan ciwanên Kurd got; ‘Divê ez li wir bim’ û bi rastî di kêliyên herî zor de li hember dijwariya dagirkeriyê ji gelê xwe re bû mîna mertalekê.

Hêvî berê xwe da Rojava û ji wir jî berê xwe da eniyên herî pêş û bi wêrekiyeke mezin li rex şervanên YPJ û YPG’ê li dijî dagirkeran şer kir. Bi dilwêrekiyeke mezin cihê xwe di gelek pêngavên Rojava de girt. Di pêngava rizgarkirina Til Koçer de ji lingê xwe de birîndar dibe. Her çendî birîndar jî dibe, lê dev ji hevrêyên xwe bernade û careke din mil bi mil tev hevrêyên xwe gelek êrîşên çeteyan dişkînin, vala derdixin. Di sala 2015’an de vê carê berê xwe dide warê berxwedana rûmetê Serêkaniyê, lê mixabin ku mayîneke xedar a çeteyên DAÎŞ’ê di wê de diteqe û bi rengek pir giran birîndar dibe.

Piştî wê birîndariya giran nêzî 2 salan li Rojava tedawiya xwe dît. Di nava van herdû salan de jî bi rastî li hember birîndariya xwe berxwedaniyeke mezin nîşan da. Bû yek ji gaziyên destpêkê yên şoreşa Rojava û wiha digot; ‘Em wek komîta Gaziyan ku komîta Rêber APO ye, pêwîste em heya dawî xeta şehîdan di jiyan û têkoşîna xwe de zindî bihêlin’. Bi ruxmê ku nedikarî biaxive jî, lê ti carî rûkeniya wê ya tije hêvî ji rûyê wê kêm nedibû. Ji ber ku di wan salan de derfetên dermankirinê pir sînordarbûn, ji bo tedawiyê derbasî Almanya bû û li wir ji ber birîndarî û nexweşiyên xwe yên giran çavê xwe li cîhanê girt û tevlê karwanên şehîdan bû.

Hevrêya me hêvî, şoreşgera ciwan bi lêgerîn, têkoşîn, berxwedanî û şerê xwe di eniyên têkoşînê yên cur be cur de bû mînaka sekna şoreşgerî ya ku xwedî li erkên demê derdikeve. Bi kasayeta xwe ya pêşeng, bi coş û morala xwe ya jiyanê û bi hêrs û kîna xwe ya li hemberî dijmin, timî mînak bû. Ew bû nîşaneya yekparebûna têkoşînê. Dema pêwîstî dît, bû rojnemevan û êşên gelê xwe, têkoşîna giranbiha ya jinan ji bo azadiyê bi rêya objektîfa xwe ji cîhanê re ragihand, dema pêwîst bû di kar û xebatên ciwanan de cihê xwe girt û ji ciwanên welatê xwe re, ji keçên ciwan re rêya rast a têkoşînê nîşanda. Dema pêwîstî dît jî berê xwe da eniyên herî pêş ên cengê û li dijî hewldanên dagirkeriyê şer kir, li ber xwe da û ji bedel dayînê gav paşde ne avêt.

Kedkara şoreşê, hêviya hêvrêyên xwe, bi ruxmê birînên wê yên giran heya henaseya xwe ya dawî bi coşeke mezin jiyan kir. Bi dehan caran meydan ji celadên mîna DAÎŞ’ê re xwend. Di kesayeta xwe de sekna jina azad şênber kir, bû şopdara rasteqîn a hevrêyên xwe yên şehîd. Îro hevrê Hêvî mîna bi hezaran şehîdên ku canê xwe di ber vê axê de dane, bilindkirina tekoşînê ji me emir dike. Em jî wek Yekîneyên Parastina Jin YPJ dibêjin ku wê sekna hevrê Hêvî, lehengî û berxwedaniya wê timî bibe nexşerêya jiyan û şerê me. Ji bo avakirina paşerojeke azad, em ê ala tekoşînê ya ku wan dewrê me kirî, bilindtir bikin û bi biryardariyeke mezintir xwedî li erkên demê derkevin. Em careke din di şexsê hevrê Hêvî de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîrtînin û soza mayînde kirina jiyan û têkoşîna wan a ji bo jiyaneke azad nû dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran dan

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Ji Gerîllayên YJA Starê li Çelê çalakiyeke bi bandor

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Ji Gerîllayên YJA Starê li Çelê çalakiyeke bi bandor

LEZGÎN - Ji Gerîllayên YJA Starê li Çelê çalakiyeke bi bandor

LEZGÎN – Însyatîfa Zarokên Agir: Li Antalya dikanek û li Îzmîrê 5 wesayît şewitandin

LEZGÎN - Însyatîfa Zarokên Agir: Li Antalya dikanek û li Îzmîrê 5 wesayît şewitandin

Manşet

  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.