Enter your email Address

Salı, Şubat 3, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Dîrok û Berxwedan

Li Rojava bi hezaran kes li dijî dagirkeriyê daketin qadan

Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran welatiyên daketin qadan bi meş û mîtîngan êrîşên qirker û dagirker ên Tirk protesto kirin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
22/06/2020 - 20:50
di nav Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Li Rojava bi hezaran kes li dijî dagirkeriyê daketin qadan
ParvekeTweet

ROJAVA

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo li ser banga malbatên şehîdan ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Kurdistanê, bi taybet Herêmên Parastinê yên Medyayê, daketin qadan.

Meşê li kolana Mûnîr Hebîb dest pê kir û ber bi avahiya komseriya NY`yê ya li bajêr ve çû. Di meşê de wêneyên şehîdan, pankartên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk hatin hildan

Meş li pêşiya avahiya Komseriya NY`yê ya koçberan veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endamê Saziya Malbatên Şehîdan Elî Mihemed got êrişên dewleta Tirk kêliyekî jî nesekinîne û armanca wê ew e ku îradaya gelê Kurd û Kurdistanî bişikîne.

Elî Mihemed destnîşan kir ku şervanên azadiyê bersiva dijwartirîn êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didin, ji ber ew baş dizanin ku armanca wan êrişan qirkirina gelê Kurd û binpêkirina nasnameya wî ye. Mihemed Elî banga yekîtiya hêzên Kurdistanê kir da ku li hember êrîşên dewleta Tirk ku nasnameya Kurdî dikin hedef, bisekinin.

Mihemed Elî bang li gelê Kurd kir ku berxwedanê bilind bikin û li her deverê destekê bidin şervanên azadiyê.

ÇILAXA

Bi sedan malbatên şehîdan tevlî meşa şermezarkirina sûcên dewleta Tirk bûn û soza berxwedanê li hember êrişên dagirkeran dan.

Di meşê de wêneyên şehîdan û pankartên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li ser Şengal, Mexmûr û çiyayên Kurdistanê hatin rakirin. Meş ji Qada Şehîd Masûm destpê kir. Di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk hatin berzkirin.

Meş li navenda navçeyê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişlo Masûm Hesen wiha axivî: “Êrişên dawîn ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengal, Serêkaniyê, Girê Spî û kampa Mexmûr di çarçoveya rêzeplanên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê de ye.”

Mîtîng bi dirûşmên “Şehîdan namirin” û şermezakririna êrişên dewleta Tirk bi dawî bû.

HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Şêx Meqsûdê ya bejarê Helebê xwepêşandanek li dar xist, tê de  piştrast kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê vîna gelê Kurd ku îradeya xwe di şoreşa Rojava de sepandiye, naşikînin.

Xwepêşandêr li pêş hola civînan a taxa Şêx Meqsûd kom bûn û li tevahî kolanên sereke geriyan û wêneyên şehîdan û yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.

Xwepêşandan li Çerxerêya Şehîd Destîna a Şêx Meqsûd a Rojhilat veguherî mîtîngê û li wir deqeyekê rêz hat girtin. Piştre hevserokarên Meclisa Malbata Şehîdan Mihemed Elî bi zimanê erebî û Roşîn Mûsa bi zimanê Kurdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniya Meclîsa Malbata Şehîdan de wiha hate gotin:

“Em malbatên şehîdan êrişên faşîzmê şermezar dikin, her wiha bang li gelê xwe dikin ku têkoşîna demokratîk berdewam bikin û di rêgezên xwe yên têkoşîna ji bo azadiyê îspat bikin. Li aliyekî din jî bang li gel dikin ku tev bigerin û helwesta xwe li tevahî parçeyên Kurdistan û derveyî wê nîşan bidin, berê xwe bidin qadan û êrîşên xeternak red bikin. Bang li tevahî partî, tevger, hêzên siyasî yên Kurdistanê, çîna rewşenbîr, rojnamger û tevahî gel dikin ku xebata eşkerakirin û rezaletkirina êrîş, armanc û diyarkirna rastiyan ji raya giştî ya cîhanê re pêk bînin.

Bang li tevahî dewletên Ereb û gelê wê dikin ku xeteriyên planên dewleta Tirk li tevahî herêmê û hedefgirtina berjewendiyên tevahî gelan bi cidiyet û baldarî bigirin, lê belê yekitiya gelan û têkoşîna hevbeş rêya tekane ya sekna li hember berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker re. Em malbatên şehîdan soz didin şehîdên azadiyê ku wê heta nefesa dawîn li ser şopa wan bimeşin û ev sûc vîna gelê me ku xwe di şoreşa Rojava de sepandiniye, naşikînin.”

KOBANÊ

Bi dirûşma “Wê dagirkerî û faşîzmê têk bibin û asta berxwedanê bilind bikin” bi sedan şêniyên kantona Kobanê li Qada Şehîd Egîn a Kobanê kom bûn û êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Xwepêşandêran pankartên “Erdogan gefa vejandina DAÎŞ’ê û avakirina Osmaniyan dixwe” û “Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medya, Mexmûr û Şengalê şermezar dikin” hildan.

Piştre endama Koordînasyona Giştî ya Kongreya Star Rowşen Haçim axivî û diyar kir ku êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û hedefgirtina sivîlan ji jin û zarokan, red dikin.

Li aliyekî din jî hevserokê Meclîsa kantona Kobanê Mistefa Îto wiha got: “Cîhan li hember pandemiya Koronavîrusê ye û tevahî xebata parastina mirovahiyê ji vê pandemiyê dikin, lê dewleta Tirk ji dêvla mezaxtina xwe ji nexweşên Koronavîrusê re biherikîne, di şerê li dijî xweza û mirovahiyê de bi kuştina zarok û jinan dike.”

TIL BIRAK

Bi dehan şêniyên navçeyê tevlî meşê bûn. Di meşê de wêneyên şehîdan, wêneyên Ocalan û ala QSD`ê û malbatên şehîdan hatin hildan.

Di meşê de dirûşmên şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengal, kampa Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin hildan. Di meşê de berdevkê malbatên şehîdan li navçeya Til Birak Zîwer Ehmed axivî.

Zîwer Ehmed wiha anî ziman: “Ev ne tiştekî nû ye ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne. Ji dema ku weke dewleteke osmanî hate avakirin zêdetirî 400 salî serwerî kir. Siyaseta wê ya desthilatdar ji bo hilweşandina gelan, talankirina mal û milkan hê jî heye. Ji ber wê jî êrîşî gelê me li Bakur Kurdistanê, çiyayê Qendîl, Mexmûr û Şengalê dike.”

ŞEHBA

Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê ji bo destekdayîna şêniyên Mexmûrê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengal, Mexmûr û herêmên cuda yên herêma Kurdistanê, daketin qadan.

Di meşê de dirûşmên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û silavkirina berxwedana HPG`ê hatin berzkirin. Meşê ji navenda navçeya Ehresê dest pê kir. Meş li cem Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê Sûreya Hebeş axivî û tekez kir ku berxwedana gelan wê êrîşan bişikîne û wiha domand: “Destekdayîna me ji şêniyên Başûrê Kurdistanê û şervanên li çiyayan re wê êrişan têk bibe û bi yekitî û hevgirtinê em ê dijmin bi bin bixin.”

Sûreya destnîşan kir ku ji ber çend salan dewleta Tirk hewl dide xaka Kurdistanê dagir bike lê berxwedana HPG`ê hemû hewldanan têk dibe.

Paşê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Şehbayê Zekiya Abdulminim got herêmên Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve têne binpêkirin, goristan têne rûxandin û sivîl têne kuştin û dewleta Tirk li hemû parçeyên Kurdistanê şerê gelê Kurd dike.

Zekiya Abdulminim êrişên dagirkeran ên li ser xaka Kurdistanê şermezar kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em êrişan qebûl nakin û bi hemû şêwazan li hember wan disekinin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Girê Dupişk ê Heftanînê şer diqewime

Nivîsa Pêş

ROJEVA 23’Ê HEZÎRANÊ 2020’AN

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ROJEVA 2’Ê HEZÎRANÊ 2019’AN

ROJEVA 23’Ê HEZÎRANÊ 2020’AN

LEZGÎN – YPS-JIN’ê li dijî dagirkeriyê li 5 bajaran çalakî li dar xist

LEZGÎN - YPS-JIN’ê li dijî dagirkeriyê li 5 bajaran çalakî li dar xist

Manşet

  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin
  • DFG’ê: Di Meha Çileyê De 14 Rojnamevan Hatin Binçavkirin û Yek Hat Girtin
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG`ê li Wanê wesayîta leşkerî ya artêşa dagirker rûxand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Pênûsa Gerîla – Rastiya Jiyana me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan û Ciwanên Tebqa Şehîd Bişeng, Şehîd Sara û Şehîd Tolhildan bi bîr anîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.