Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

‘Rojnamevan wê ji rêya xwe venegerin’

DFG'ê ragihand, ku rojnamevantî li Tirkiyeyê yek ji pîşeyên herî xedar e û bi bîr xist ku zêdeyî 100 rojnamevan girtî ne. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Rojnamevan wê ji rêya xwe venegerin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
03/05/2020 - 12:19
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
‘Rojnamevan wê ji rêya xwe venegerin’
ParvekeTweet

AMED – Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) bi wesîleya Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku heta Gulana 2020’an li Tirkiyeyê 104 rojnamevan girtî ne.

DFG’ê di raporê de diyar kir ku zextên li ser çapemeniyê bi rêk û pêk bûye û wiha got: “Rojnamevanên li derveyî çapemeniya desthilatdariyê  di bin zextan de ne. Di vê pêvajoyê de ku cîhan hemû li dijî vîrûsa koronayê têdikoşe li Tirkiyeyê dîsa rojnamevan dibin hedef. Çapemenî ne vîruseke bê bidawîkirin e, çapemenî ji bo civakekek azad jêneger e.”

DFG’ê da zanîn ku di van rojên ku pandemiya vîrûsa koronayê li cîhanê belav bûye de 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê pîroz dikin û wiha lê zêde kir: “Ev dîrok ji 1993’yan heta niha bi biryara Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li hemû cîhanê wekî roja azadiya çapemeniyê tê pîrozkirin. Armanca NY’ê ew e ku rojnamevaniya etîk derxe pêş û pêşî li zextên li dij çapemeniyê bigire lê ev rewş pêk nehat. Li her aliyê cîhanê zextên li dijî çapemeniyê her ku diçe zêde dibe. Desthilatdar nerazîbûna xwe ya li dijî rojnamevaniya rast her tîne ziman û li dijî kedkarên çapemeniyê yên ku kedek mezin didin her dem dibe asteng û dixwaze wan ji pîşeya wan dûr bixe. Dema em berê xwe didin Tirkiyeyê em dibînin ku ev pirsgirêkan her ku diçe mezin dibe. Ev rewş ew ê di rapora ku em ê eşkere bikin hîn zelatir derkeve meydanê. Tirkiye ji aliyê azadiya çapemeniyê de her dem bû xwediyê qarneyeke ne baş. Her carê dema desthiladar hat guhertin jî dîsa jî her dem rojnamevan an bûn hedef an jî wekî hedef hatin nîşandan. Lê di serdema îktidara 18 salî ya AKP’ê de de zext, astengî, sansur hîn zêde bû û gihaşt asteke bilind.”

‘TIRKIYE DI RÊZA 154’AN DE CIH DIGIRE’

Komeleya Dîcle û Firat a Rojnamevanan, bal kişand ser rewşa rojnamevaniya li Tirkiye û wiha berdewam kir: “Endeksa azadiya çapemeniyê ya ji aliyê Rêxistina Rojnamevanên Sînoran Nas Nakin (RSF) ya 2020’an rewşa Tirkiyeyê ya derbarê mijara azadiya çapemeniyê de raxist pêş çavan. RSF ya ku bal kişand ser zêdebûna zextê li ser rojnamevanan di heman demê de rêza welatan a di qada azadiya çapemeniyê de jî eşkere kir. Li gor vê yekê Norveç, Fînlandiya, Danîmarka wekî welatên herî kêm pirsgirêkên rojnamevanan tên jiyîn hat nîşandan. Di dawiya lîsteyê de Bakurê Koreyê cih digire. Tirkiye jî ji nava 180 welatî di nava rêza 154’an cihê xwe digire. Ev rêz nîşan dide ku Tirkiye çiqasî ji azadiya çapemeniyê dûr ketiye. Dema em li mehên ewil ên 2020’an dinêrin em dibînin ku tu guhertin li Tirkiyeyê çênebûye. Rojnamevan hîn wekî texteyên hedefê tên nîşandan. Ji bo kedkarên çapemeniyê bên astengkirin her rê û rêbaz tên ceribandin. Gelek zextên wekî binçavkirin, girtin, lêpirsîn, doz, cezayên girtîgehan bênavber dewam dikin. Rojnamevanên ku divê nûçeyan çê bikin ji ber van zextan dibin mijara nûçeyan.”

ZEXT BÛNE SÎSTEMATÎK’

DFG’ê herî dawî bal kişand ser zextên li ser çapemeniyê û wiha got: “Zextên li dijî çapemeniyê mixabin bûye sîstematîk. Hemû rojnamevanên li derveyî çapemeniya desthilatdariyê di bin zextan de ne. Di pêvajoya ku hemû cîhan li dijî Vîrusa Koronayê şer dike de li Tirkiyeyê dîsa rojnamevan dibin hedef. Çapemenî ne vîruseke bê bidawîkirin e, çapemenî ji bo civakekek azad jêneger e.

Rewşek ku dibe sedema birîndarkirina çapemeniyê yek jê rewşa hempîşeyên me yên girtî ne. Ji sedî zêdetir rojnamevan ew ê roja azadiya çapemeniyê ya cîhanê li girtîgehan pêşwazî bikin. Belavbûna Vîrusa Koronayê ya li girtîgehan jiyana hempîşeyên me dixe nava talûkeyê. Gelek kes ji ber Vîrusa Koronayê serbest hatin berdan. Gelek kesên ku hatin berdan bûbûn sedema qetilkirina mirovan. Lê hempîşeyên me yên ku peywiran tenê ragidanina rastiyê ye û çêkirina nûçeyan e niha di girtîgehan de ne. Ev ne hiqûqî ye. Em dîsa gotina xwe dubare dikin û em dibêjin bila rojnamevanên girtî serbest bên berdan.

Em di dawiya daxuyaniyê de bi “Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamevanan ” a ku em her meh bi rêk û pêk didin daneyan eşkere dikin. Li gor daneyên mehên ewil ên 2020’an despêka mehên sala 2020’an ji bo rojnamevanan tabloyek baş ranaxîne pêş çavan.

Bi kurtasî em dikarin bêjin ku li gor daneyên navneteweyî û li gor zextên tên kirin li Tirkiyeyê pîşeya Rojnamevaniyê di nava pîşeyên herî bi talûke de cihê xwe digire. Lê ew ê tu zext gavê bi rojnamevanan baş de nikaribe bide avêtin. Ji bo rastî bigihêje civakê em ê her dem pêş de gavên xwe biavêjin. Em dîsa dubare dikin em li gel hempîşeyên xwe ne. Hempîşeyên tevî hemû zextan karên dewam dikin.”

Daneyên binpêkirina mafên rojnamevanan a nîsana 2020’an:

“*Rojnamevanên hatine binçavkirin:2

*Rojnamevanên hatine girtin:1

*Yên bi tundiyê rû bi rû hatine hiştin:1

*Rojnamevanên derbarê wan de lêpirsîn hatine vekirin:12

*Rojnamevanên derbarê wan de doz hatiye destpêkirin:10

*Rojnamevanên darizandina wan dewam dike:1

*Astengiya gihaştina înternetê:275

*Cezayên RTK’ê:11

*Rojnamevanên dawî li karên wan hatine anîn:3

*Hejmara Rojnamevanên girtî yên ji dîroka 3’yê Gulana 2020’an şûnde:104”

Daneyên mehên Çile, Sibat, Adar, Nîsan ên 2020’an:

“*Rojnamevanên hatine destgîrkirin: 29

*Rojnamevanên hatine girtin: 10

*Yên bi tundiyê rû bi rû hatine hiştin: 4

*Rojnamevanên derbarê wan de lêpirsîn hatine vekirin : 26

*Rojnamevanên derbarê wan de doz hatiye destpêkirin: 14

*Rojnamevanên ceza girtine: 15

*Astengiya gihaştina înternetê: 277

*Cezayên sansur û RTUK’ê: 13

*Rojnamevanên dawî li karên wan hatine anîn: 11.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Rêxistina Ciwanan a Cezayirê banga boykotkirina Tirkiyê kir

Nivîsa Pêş

PDK’ê Mazlûm Dag û Mihemed Beşîksiz bi kuştinê tehdît dike

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
PDK’ê Mazlûm Dag û Mihemed Beşîksiz bi kuştinê tehdît dike

PDK'ê Mazlûm Dag û Mihemed Beşîksiz bi kuştinê tehdît dike

LEZGÎN – Gerîlayan li Qersê li hêzên operasyonê dan

LEZGÎN - Li Amedê 2 endamên MÎT'ê û 3 kontra hatin kuştin

Manşet

  • Xwendekarên Peymangeha Bijîşkî ya Kobanê destek didin dermankirina birîndaran
  • Gelê Kurd Bi Rihê Serhildanê Li Kolanan e
  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.