Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

NIRXANDIN – Îndustriya Ekolojîk

Kurdistan weke welatekî lê dewletdariya netewe û îndustriyalîzma kapîtalîzmê herî kêm bi pêşketiye, dikare vê rewşa xwe ji bo avakirina ekonomiya ekolojîk û komînal bi awayekî herî baş binirxîne.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
10/04/2020 - 0:01
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
NIRXANDIN – Îndustriya Ekolojîk
ParvekeTweet
 Rêberê Gelan Abdullah Ocalan

Sê hêmanên modernîteya demokratîk hene û yek ji van hêmanên sereke li dijî îndustriyalîzma kapîtalîst îndustriya ekolojîk e. Mirov dikare îndustriyalîzmê weha bide naskirin, kapîtalîzm teknîkê ji bo meyla xwe ya kara herî zêde bi awayekî bêsînor bi kar tîne. Meyla kara herî zêde çawa ku dewlet weke amûrê desthilatdariya herî zêde bi awayê dewleta netewe ji nû ve bi rêxistin kir, gurçûpêçiya teknîkê ya bi armanca kara herî zêde jî bi awayê îndustriyalîzmê bi rêxistin kir. Tehlûkeya bingehîn a îndustriyalîzmê ew e, civaka cîhanek wê ya zindî û bi his heye vediguherîne goristana amûrên mekanîk û civakê dike robot. Eger îndustriyalîzm neyê bi sînorkirin, ti civak nikare cîhana xwe ya hestan bi awayekî durist dewam bike. Makînekirina civakê piştî qonaxeke diyar wê veguhere hilweşîna civakê. Aliyê kapîtalîzmê yê ji şer bêhtir bi tehlûke ew e, meyla wê heye îndustriyalîzmê timî herî mezin bike. Dinya ji niha ve bûye êsîrê amûrên ferazî û bajarên ji hawîrdorê qut. Îndustriyalîzm dike ku bajar mîna kansêrê zêde bibin. Bajar bûne cinawirên dinya me ya zindî dadiqurtînin. Bajarên şêniyên wan bi mîlyonan bi deh mîlyonan ti maneyek wan a civakî tineye û bi ti awayî hewcedarî bi hebûna bajarên bi vî rengî tineye, lewma bi awayekî kansêrwarî mezinbûna wan ji nexweşiyê bêhtir ti maneya xwe nîne.

Bi vê ve girêdayî, bi tenê qezayên rê li ber vedikin û mirina mirovan a di warê çûnûhatinê de ji niha ve ji bîlançoyên şeran bihuriye. Dîsa ji ber ku dengên nexweş derdixin, hewayê qirêj dikin û gewdeyê mirov têk dibin, ew êdî ji amûrên çûnûhatinê derketine. Herweha yek ji qada sereke ya îndustriyalîzmê amûrên ferazî, nivîskî û dîtînî ne ku têkiliya xwe bi heqîqetê re nemane û mirovatî hînî cîhaneke ferazî kirine. Ango kirine ku mirov bûne nexweşê wan û serê xwe ji ser wan ranakin. Girseyên ferdan ên têkiliya xwe ji civakê û heqîqetê qut, atomîzebûna civakê îfade dikin. Îndustriya amûrên şer û girseyên jihevdeketî û ji civakbûnê derketî, ji zû ve gihiştine wê astê ku ji her alî ve civakê daqurtînin. Mirov weke ruhberekî bi hawîrdora xwe heye, tevî gelek ruhberên li dewrûbera xwe –nebat û daristan jî di nava vê de ne –ji aliyê îndustriyalîzmê ve di çarçoveyeke ekolojîk de tê daqurtandin. Bêguman li dijî teknîkên îndustriyalîzmê yên bûne amûrên hilweşandinê û modernîteya kapîtalîst a rê li ber wê vedike, nêzîkatiya modernîteya demokratîk bi temamî ekolojîk e. Îndustriya ne ekolojîk, bi kêmanî bi qasî kapîtalîzmê û dewleta netewe amûrê hilweşandina civakê ye. Hêmanên modernîteya demokratîk neteweya demokratîk û ekonomiya kominal ji bo bêne bicihanîn, bêguman nikarin ji teknîk û îndustiryê bêpar bimînin. Berevajî ev li ser modernîteyê û hêmanên wê ferz dike ku pêşketina zanist û teknolojiyê di îndustriyê de bi kar bînin. Maneya rastî ya îndustriyê ji bo civakê di vir de derdikeve holê. Îndustrî di nava yekparebûnê de çiqasî bi kêra civakê, xurtbûna wê ya exlaqî û polîtîk, pêşketina wê ya demokratîk û ekonomîk bê, ewqasî hêja ye. Bêguman destnîşankirina asta vê bikêrhatina îndustriyê yek ji wezîfeya sereke ya rêveberiya exlaqî û polîtîk e.

Civakên Rojhilata Navîn herçiqasî ji aliyê îndustriyalîzma kapîtalîzmê ve bi qasî welatên metropolan hilneweşiyabin jî ji ber xisletên hezar salan ên xirakirinê yên sîstema şaristaniya navendî û civaka neolîtîkê ya beriya wê, ji vî alî ve demeke dirêj bi hilweşînê re rûbirû mane. Ji ber ku ji pênc hezar salan zêdetir ji şaristaniya navendî re dergûşî kiriye, hilweşîn gelekî di asta jor de pêk hatiye. Li vê cografyayê gelek qad bêdaristan hatin hiştin û ev gelekî bi awayekî berfireh hatiye meşandin. Ev herêma ku demekê buhişta nebat û heywanan bû, niha dibe cehennema wan. Herêm di rewşeke welê de ye ku herî zêde pêdiviya wê bi jiyana ekolojîk heye. Îndustriyeke bi temamî ekolojîk dikare herêmê ji nû ve bigihîne ew rewşa wê ya berdar û bi bereket. Xisleteke wisa ya pirsgirêkên civakî heye: Li kîjan deverê pirsgirêk giran bûbin, li wir riyên çareseriyê jî ewqasî gihiştine, stewiyane. Mirov nikare li pirsgirêkên bêçareserî bifikire. Şert û mercên zeman û mekan ên lê pirsgirêk diberidin, şertên çareseriyê jî bi xwe re hildigirin. Mîna li gelemperiya dinyayê, li Rojhilata Navîn jî prensîba çareseriya ekolojîk, bi kêmanî bi qasî şoreşên siyasî girîngiya xwe ya çareseriyê çêbûye. Di vê mijarê de jî Îsraîl mînakên serketî pêşkêş dike. Serdestiya xwe ya zanistî û teknolojîk di îndustriya ekolojîk de bi kar tîne û li çolan çarçoveya jiyaneke cennetwarî pêk tîne. Li tevahiya welatên herêmê bi ekonomiya komin re îndustriyên ekolojîk ên werin bikaranîn, wê avabûna civakê bi awayekî azad, wekhev û karibe domdar bibe ji nû ve mumkîn bike. Hemin pêdiviya civakê bi van gelekî heye. Li şûna îndustriyalîzmê xweşhaliya ekolojîk pêdiviyeke rastî û li rêza pêş e. Welatên Ewrûpayê yên pêşketî dema îndustriya xwe ya ne ekolojîk dixwazin weke îndustriya ekolojîk bidin rûniştandin, tekstîl, otomobîl û turîzma wan tedarik bikin hingê ew ê van pirsgirêkên civakî bi tenê giran bikin. Kapîtalîzm bi vê riyê hêmanên hilweşînê yên mirovatiyê globalîze dike. Binesaziya teknîk a modernîteya demokratîk divê ekolojîk be. Bêyî înkara îndustriyalîzm û îndustriyê, ekonomiyeke ekolojîk kominal a bê bipêşxistin wê bibe hêza pêkhêner a jiyana neteweya demokratîk û modernîteya demokratîk têkûz û yekpare dike.

Kurdistan weke welatekî lê dewletdariya netewe û îndustriyalîzma kapîtalîzmê herî kêm bi pêşketiye, dikare vê rewşa xwe ji bo avakirina ekonomiya ekolojîk û kominal bi awayekî herî baş binirxîne. Di vî warî de rewşa xwe ya paşvemayî dikare veguherîne avantajê. Bi tevahî girseyên mirovan, girseyên bêkaran dikare di ekonomiya ekolojîk û kominal de bi rêxistin bike, welatê berê cennet bû dikare li ser riya şaristaniya demokratîk weke neteweya demokratîk ji nû ve ava bike. Ji bo vê hema bi tenê rûmet û eşqa ji bo jiyaneke li welatê azad û civaka demokratîk hebe bes e!

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 10’Ê NÎSANA 2020’AN

Nivîsa Pêş

JXK’ê ji bo girtiyan banga piştevaniyê kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
JXK’ê ji bo girtiyan banga piştevaniyê kir

JXK’ê ji bo girtiyan banga piştevaniyê kir

Dewleta Tirk a dagirker bombardûmaneke giran li Şehba û Efrînê dike

Dagirker bombeyan li gundên Şêrawa û Şera dibarînin

Manşet

  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.