Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YPJ’ê 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pîroz kir

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê 71’emîn rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û 7’emîn salvegera damezirandina YPJ’ê li hemû jinan û tevahî mirovahiyê pîroz kir.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
04/04/2020 - 12:35
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Dadgeha Elman di doza ala YPJ’ê de biryar beraatê da
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya YPJ’ê têkildarî têkildarî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera 7’emîn a YPJ’ê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

YPJ’ê wiha got: “Roja, hebûnê, roja vejîn û kêliya bi navkirina zayîna mirovê Azad, 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêber Apo û salvegera 7. ya damezrandina artêşa me YPJ’ê li jinên azadîxwaz û li tevahî mirovahiyê pîroz dikin. Her wiha em li gelên Bakûr-Rojhilatê Sûrî û gelên qedîm yê rojhilata navîn pîroz dikin. Em di şexsê hevrêyên xwe şehîd Jînda Tiltemir, Silava Efrîn, Warşîn, Rêvan, Arîn, Avêsta, her wiha di şexsê fermandara YPJ’ê Şervîn de, tevahî şehîdên Qereçoxê û di şexsê fermandar Zîn, Ronahî, Zeynep û Amara de jî tevahî şehîdên berxwedana Rûmetê bi minet û rêzdarî bibîrtînin.

Zayîna Rêber Apo, ji bo jina Kurd, gelê Kurd û tevahî gelên mezopotamiya ji nûve pênaseya civakbûyîn, jiyan, nasname, çand û exlaqê ye. Rastiya Rêber Apo, danehev û heqîqeta pêkhatî ya hemû nirxên mirovahiyê ye. Li hemberî tevahî rê û resmên pergala serdest ya ku mêr temsîla wê dike, bîrdozî û felsefeya Rêber Apo, ji bo hemdemiya gelan navê jiyaneke nûye. Ev jiyana nû bi aqilê jin, bi zanebûn, bawerî, cesaret, vîn, xwebûyîn û rêxistinkirina jinan ji nûve li ser xaka xwedawendan lê textê xwe daniye jîndar dibe.

Serpêhatiya her gelekî, sedema şoreşê ye, çîroka her jinekê jî sedema rabûn û avakirina hêzeke parastinê ye. Di serdema em dijîn de avakirina artêşa jinên azad, dibe bingehê avakirina civakeke xweparêz û azad. Me weke yekîneyên parastina jinê YPJ di rojeke wisa dîrokî de biryar da ku em bibin hêza pêşeng ya avakerên civaka xweparêz. Me li hemberî dagirkerên ku welatê me, nasnameya me, jiyan û çanda me di qirkirinê re derbas dikir manîfestoya jin jiyan azadî pejirand. Ev roja dîrokî ji bo me wateyeke mezin îfade dike. Me di oxira vê wateya mezin û dîrokî de li hemberî hêzên komploger, çeteyên DAIŞ’ê û hemû komên çete, bi hezaran rêhevalên hêja şehîd da. Me xwe li ser mîrateya tekoşîna van şehîdên mirovahiyê ava kir, xwe bi rêxistin kir û bi kombûna hemû pêkhate, nasname, ol û baweriyan me xwe mezin kir. Vaye îro jî bi kelecan, moral, hest û ramanên jinên ji netewên cuda berê xwe dane nava refên YPJ, em 8. Salvegera avakirina xwe pêşwazî dikin.

Bêguman em di sala 8. ya artêşbûna xwe de pêvajoyeke nû dijîn. Pergala kapîtalîst a desthilatdar, bi alozî, qeyran û nexweşiyên xwe tehdîd û metirsiyeke mezin li ser mirovahiyê avakiriye. Hêzên kapîtalîst hem bi şerên xwe yên dagirkeriyê, hem jî bi qirîzên civakî, aborî û ekolojîk ên ku îro nema dikare pêşî lê bigre, berbi hilweşînê ve diç. Vaye îro jî bi navê şewba Corona bi rêbazeke nû êrîşê cîhanê dike. Ji ber wê her roja diçe bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest didin. Em jî di serî de sersaxiyê ji tevahî mirovahiyê re dixwazin û bang li tevahî jinan dikin ku bi tekoşîna xwe pêşengiyê ji civaka xwe re bike da ku xwe û tevahî civakê ji her cûre nexweşiyên pergala kapîtalîst biparêzin.

Em jî weke Yekîneyên Parasina Jin di nava qeyran û aloziyên wiha giran de salvegera damezrandina xwe pêşwazî dikin. Bêguman me di her saleke tekoşînê de berdêlên girabuha dan û hîna jî em didin. Lê di demeke wiha ku tevahî cîhan ji bo jiyaneke bi ewle bijî tekoşîn dide, dewleta Tirk a dagirker bi hişmendiya xwe ya qirker, êrîşên xwe li ser hêzên me û gelê me yê Bakûr-Rojhilatê Sûrî zêde kirine. Ev jî rastiya qirker, faşîst ya dagirkeriya Tirk û bê wîjdaniya wê radixe berçav. Lê li hember van êrîş û hewldanên dagirkeriyê rêya me jî zelale. Weke hêzên parastina jinê li ser esasê parastina gelan û tevahî jinan emê xeta tekoşîn û berxwedanê ji her demê zêdetir bilind bikin.

Em bi vê zanebûnê 8. Salvegera artêşbûna xwe pêşwazî dikin. Di vê wateyê de erk û berpirsyariyên dîrokî dikevin ser milê me. Ji bo pêkanîna van berpirsyariyên dîrokî ked û berdêla ji me tê xwestin em jê re amade ne. Ji bo em tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo tê meşandin bişkînin, em sond û biryardariya bilindkirina tekoşîna xwe nû dikin.

Bi vê bîr û baweriyê em careke din roja vejînê, rojbûna Rêber Apo, salvegera 7. ya avakirina YPJ’ê li hemû jinan, gelên Bakûr-Rojhilatê Sûrî û tevahî mirovahiyê pîroz dikin. Di şexsê şehîdên Berxwedana Rûmetê û şehîdên Berxwedana Serdemê de tevahî şehîdên şoreşa gelan û azadiyê bibîrtînin û soza me daye şehîdên xwe nû dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Berxwedêrên girtî yên PAJK û PKK’yî ji bo 4’ê Nîsanê daxuyanî dan

Nivîsa Pêş

KCK: Dema wê hatiye ku mirov ji desthilata AKP-MHP’ê xilas bibe

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
KCK: Wê hesab ji kujerên Cemîl û Demhat bê pirsîn

KCK: Dema wê hatiye ku mirov ji desthilata AKP-MHP’ê xilas bibe

Polîsên Tirk ên dagirker Merasîma cenazeyê Bolek astengkirin

Polîsên Tirk ên dagirker Merasîma cenazeyê Bolek astengkirin

Manşet

  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.