Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KJK: Ev lîstina bi êgir e

KJK'ê derbarê şewata li daristana li girava Imraliyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oocalan lê girtî ye, got,''Ev lîstina bi êgir e''. KJK'ê bang kir ku çalakiyên 8'ê Adarê bi rewşa Rêber Apo re bikin yek û bi giyanê berxwedanê û azadiyê re were pêkanîn.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
29/02/2020 - 10:16
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
KJK: “Berxwedana jinê rê li ber azadiyê vedike”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyeke niviskî da, got, şewata li darisanê têkildarî, ”xitimandin û neçareseriyê” ya desthilatê ye û got, ”. AKP bi armanckirina Rêbertiya me, bi siyaseta qirkirinê ya li ser gelê me, bi şerê li dijî hêzên azadî û demokrasiyê wê tiştekî bi dest ve neyîne, berevajî wê dawiya xwe zûtir bîne. ”

Daxuyaniya KJK’ê wiha ye:

‘PEYAMA QIRKIRIN Û PLANÊN NÛ YÊN ÎMHAYÊ’

”Desthilata faşîst a AKP’ê dîsa ji ber sedema bêgavî û xitimandinê di nav hewldana komplo û êrîşên nû de ye. Herî dawî 27’ê Sibatê Wezîrê Karê Navxwe yê faşîst ê Tirk Suleyman Soylu bi daxuyaniyeke provakatîf got, ”li girava Imraliyê şewat derket”, ev jî nîşana wê ye. Li girava Imraliyê ewlehiyeke jidiyayî ya dewleta Tirk heye. Heke li girava Imraliyê şewatek derketibe ev şewat bi zanebûn bi destê dewletê hatiye derxistin. Ev nûçe hem berdewamiya komploya navnetewî û hem jî nîşan dide ku planên îmha û qirkirinên nû  ya şefê faşîst Erdogan a li ser gelê Kurd, jinan were domandin. Ev peyam dane.

Rêber Apo di nav pergala êşkenceyê ya Imraliyê de ji 1999’an û vir ve,  ev 21 sal in li gel pêşdîtiniya mezin, fedakarî, zor û zehmetiyan û bêderfetiyan ji bo ku meseleya Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyê werin çareserkirin hewldaneke pir mezin daye. Diyar kiriye ku biratiya hezar salî ya Tirk û Kurdan, bi  qebûlkirina hebûna û vîna Kurdan bi rengekî xurt wê bikaribe were domandin û ev ê destkeftiyên mezin bi dest Tirkiyê ve bîne. Hişyarî daye ku di rewşa berevajî de dijminatiya dewleta Tirk a li ser Kurdan wê ziyaneke ku mirov nikare texmîn bike, bide.

‘DIXWAZIN ÊŞA PARÇEBÛNÊ JI KURDAN DERXÎNIN’

Şefê faşîst Erdogan ji ber siyaseta êrîşkar, qirker, dijminatiya azadiyê, rantxur û emperyal Tirkiye ber bi mezintirîn krîza aborî, leşkerî û sosyal a dîroka Tirkiyê ve biriye. Xitimandin û krîzeke mezin heye. Nema dikare ti pirsgirêkê çareser bike. Wiha fikirîbû ku tenê bi zext, tundî, zor, girtinan, gefxwarin û komkujiyan dikare encamê bistîne. Di qonaxa berdest de desthilata AKP’ê ti caran wiha bi paş ve neçûye, neketiye, neheliyaye û winda nekiriye. Partiyên ku ji nav AKP’ê derketin parçebûna navxweyî, helîna navxweyî geştir kiriye. Êdî milliyetgirî û êrîşkarî jî ti qîmetê xwe nemaye. Bi vê dizanin. Hêrs û dirindetiya wan ji vê ye. Dixwazin hêrsa vê ji rêbertiya me, ji gelê Kurd derxînin. Rawestana li van polîtîkayên qirker tenê wê dawiya AKP’ê û Erdogan zûtir bînin û bi kêrî tiştekî dî neyên. Ji ber ku gelê Kurd, jin bi hişmendî, helwest û rêxistiniyeke mezin a azadiyê ne. Ji ber ku tevgera azadiyê ya jinê, gelê me, bi kuştin, zindanîkirin, koçberkirin, bêkarhiştin, bi polîtîkayên kirêt ên şerê taybet nikarin werin tinekirin. Mirovên Kurd nikarin teslîm werin girtin. Gelê me, jin, ciwan, hemû hêzên azadî û demokrasiyê yên li Tirkiyê li ber xwe didin, wê li ber xwe bidin.
Şewitandina daristanan li girava Imraliyê îmhakirina rêbertiya me kiriye hedef. Berbelavbûna van nûçeyan ya hema di pey kongreya HDP’ê re, beriya bi rojekê ya salvegera mitebeqata Dolmabahçe û beriya 8’ê Adarê û 21’ê Adarê, derbarê xitimandin û neçareseriyê ye. Dixwazin bi pêleke nû ya tundiyê hem dixwazin rojevê biguherînin, proveke bikin û xwe xilas bikin. Di şexsê Rêbertiya me de dixwazin  hêviya azadiyê ya gelê Kurd, berxwedan gelê Kurd biqedînin. Bi zêdekirina êşkence, zext, tehdît, siyaseta şantajê ya li ser Rêbertiya me, bi geşkirina asta tundiyê jê weye ku wê xwe xilas bikin. Lê ev nêzîkatî wê li nav gelê me, jinan berxwedanê geştir bike.

‘EV LÎSTINA BI ÊGIR E’

Ev siyaseta kirêt ya ku tê xwestin li ser Rêbertiya me bidomînin, ev siyaseta kirêt û polîtîkayên komkujiyê bi teqezî lîstika bi êgir e. Ne tenê li Tirkiyê, li Rojhilata Navîn û li cihanê wê rê li ber encaman veke. Dewleta Tirk bi van polîtîkayên qirkirinê û komkujiyê wê negihije ti encamê. Bi ti rengî nikare desthilata xwe bi van polîtîkayên qirkirinê bidomîne. Wê desthilata xwe biqedîne. AKP bi armanckirina Rêbertiya me, bi siyaseta qirkirinê ya li ser gelê me, bi şerê li dijî hêzên azadî û demokrasiyê wê tiştekî bi dest ve neyîne, berevajî wê dawiya xwe zûtir bîne. Ev polîtîkayên êrîşkar bi berxwedana gelê me, jinan û hêzên demokrasî û azadiyê wê li wan vegere.  Provakasyon, polîtîkayên îmha, tehdît, şantajê yên li ser gelê me wê encamê neyîne. Bi rengekî ku ew jî qet texmîna nakin, bi rengekî ku bîra wê nabe wê wina bike. Ji ber ku li Rojhilata Navîn, li cîhanê rastiya Kurd a bîrewer, xwedî vîn, berxwedêr, rêxistinî, heqîqeta jina azad heye.

Ji ber vê sedemê di serî de bang li hemû jin, gelanê xwe, gelan û hemû hêzên cîhanê yên azadîxwaz û demokratîk dikin ku li dijî dewleta Tirk a bi awayekî fîzîkî Rêbertiya me dike hedef, bi siyaseta qirkirinê ya bi konsepta îmha, şantaj, teslîmgirtinê ku di şexsê Rêbertiya me de gelê me dike hedef, rabe, protesto bike, bi meş û mîtîngan li ber xwe bidin. Pêvajoya em jê derbas dibin bi aliyê xwe yê hesas û krîtîk divê her kes li gor vê bibe xwedî helwest û li ber rabe. Ji ber ku weke gelê Kurd, jin ji bo bi awayekî rûmet û azad bijîn girêdayî berxwedana ku em sala 2020’ê pêş bixine.

‘AKP DAWIYA XWE TÎNE’

Rewşa Rêbertiya me ne tenê Kurdistan hemû Rojhilata Navîn û cîhanê mirovahiyê bandor dike. Gelên cîhanê, gelê me û jin vê yekê dizanin û divê li gorî vê bikevin tevgerê û helwest nîşan bidin.
Gelê me û jin heta agahiyek ji Rêber Abdullah Ocalan negirin, di vê tim di nava çalakiyan de bin. Divê bang li mafên mirovan û saziyên têkildar ên navneteweyî banga hestiyariyê bikin. Rewşa Ocalan hebûn û nebûna Kurdan e. Gelê me û jin bi hestyariya vê dijî.
Xwedîderketina ciwan, jin û gelê me ya li Bakurê Kurdistanê ya li Serok Apo û berxwedana wê, wê vê pêvajoyê diyar bike.

‘DIVÊ GELÊ ME YÊ BAKUR DERKEVE QADAN’

Divê gelê me yê Bakurê Kurdistanê dakevin qadan. Hewlesta xwe diyar bike. Ti tiştekî me yê bê windakirin tine. Divê tenê bi daxuyaniyan têrker nebînin. Li Rojava, Başûr, Rojhilat, Şengal, Ewropa, Rûsya her cihê Kurd lê ne bibin xwedî helwest. Divê bê navber di nava çalakiyan de bin. Divê jinên Kurd bi çalakî û aktivîteyên 8’ê Adarê re bi rewşa Rêbertiyê re bike yek û bi ruhê berxwedan û azadiyê çalakiyan geş bikin. Azadiya Rêbertiyê, azadiya jinan, gelê me û gelan e.

‘HETA KU HEVDÎTIN PÊK WERIN’

Divê heta malbat û parêzer hevdîtinê li gel Rêbertiyê pêk neîne hemû çalakî û aktivîte li ser vî bingehî bên lidarxistin. Bi ti awayî daxuyaniyên dewletê me qanih nake. Rewşa Rêbertiya me enceq bi hevdîtineke rû bi rû zelal bibe û bê famkirin.
Ji ber vê yekê di vê di serî de bang li gelê me, jin, ciwan, hemû hêzên azadî û demokrasiyê dixwazin dîsa gelan û dostên li cîhanê dikin ku bi hestyariya rewşa heyî rabin û bi lezgîn bikevin nava çalakiyan û bêjin; ‘Bê Serok Jiyan Nabe’.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – Yekîneyên Tolhildanê li Stenbolê wesayita AKP’yiyekî şewitandin

Nivîsa Pêş

HPG’ê nasnameya 4 Gerîllayên ku li Xakurkê Şehîd bûbûn eşkere kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
HPG’ê nasnameya 4 Gerîllayên ku li Xakurkê Şehîd bûbûn eşkere kir

HPG'ê nasnameya 4 Gerîllayên ku li Xakurkê Şehîd bûbûn eşkere kir

LEZGÎN – Gerîlla derbên giran li dagirkeran xist: Çeperek hate rûxandin, 2 leşker hatin kuştin

LEZGÎN - Gerîlla derbên giran li dagirkeran xist: Çeperek hate rûxandin, 2 leşker hatin kuştin

Manşet

  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.