Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KJK’ê li dijî qirkirinê bang kir: Bênavber li ber xwe bidin

Koordînasyona KJK'ê li dijî êrîşên dagirker û qirker ên dewleta Tirk bang li jinan û her kesî kir ku bi rengekî bênavber li ber xwe bidin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
30/10/2019 - 12:35
di nav Daxuyanî, Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 7 mins read
A A
KJK: “Li her devera Kurdistanê gel rabin û li rûmeta xwe xwedî derkevin”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Piştevaniya Kobanê ya Dinyayê peyamek weşand û bang li jinan kir ku bi rengekî bênavber li ber xwe bidin.

KJK’ê destnîşan kir ku gelê Kurd wê sivîlên bi destê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin ji bîr neke û diyar kir, zîhniyeta AKP û MHP’ê wê têk biçin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku zîhniyeta qirker ku rûyê xedar û mêtinger ê faşîzmê ye, di sedsala 21’ê de hewl tê dayin ku li dijî Kurdan û gelên ji bo azadiyê û jiyaneke bi rûmet li ber xwe didin ji nû ve bê zindîkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Jin, ciwan, dayik û gelên Kurdistanî yên leheng ên bi Şoreşa Rojava ya Tîrmehê re li dijî dagirkeriyê û zîhniyeta qirker bi berxwedana sedsalê radibin, hêvî û wijdanê mirovahiya berxwedêr a serdema heyî ye.”

Koordînasyona KJK’ê diyar kir, ku di sala 2014’an de li dijî DAÎŞ a ku faşîzma Tirk li pişta wan bû, jin, mêr û gelê Kurd ên ku nod rojî bi îradeyeke bêeman li ber xwe dan bûn sembol, rûmet û hêviya mirovahiyê.

KJK’ê destnîşan kir, ku vê berxwedanê Kurdistanî û gelên dinyayê li hev kom kir û diya rkir, “Li dijî zîhniyeta dagirker û faşîzmê rê li ber piştevaniya gelan û têkoşîna hevpar vekir. Di serdemekê de ku nirxên însanî û azadiya jinê ji aliyê hêzên serdest ve bêwate hatin hiştin, piştevanî û têkoşîna hevpar bi wesîle ku ev nirx careke din di wijdanê mirovahiyê de şîn bibe. Di encama berxwedan û hêviyeke bi vî rengî de 1’ê Mijdarê Roja Piştevaniya Kobanê ya Dinyayê bi beşdariya bi milyonan mirovî di pêşengiya jinên ku mohra xwe li sedsalê dan veguherî şoreşa jinê û gelan. Watedar e, ji ber ku me mezin dike, hêviya azadiyê pêl bi pêl belav dike û bi rengekî şênber nîşan dide ku jiyana biratiya gelan ne tenê dirûşmeke. Bi piştevaniya jin û gelên bajarê ku çeteyên DAÎŞ’ê têk bir, di demeke kurt de Kobanê veguherî bajarekî jiyana bi hev re ya pêkhateyên cuda bi îradeya xwe û bi rengekî demokratîk. Kobanê ku veguherî welatê jinan û niha jî Rojava bi temamî veguheriye welatê jinan. Ji ber ku jinên ji her gelî ye, şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Bi şerê dagirkirina Rojava re dewleta Tirk derfetên xwe bi temamî bi kar tîne û dixwaze Kurdan qir bike. Bi şer û polîtîkayeke bêexlaq ku di dîrokê de mînaka wê nehatiye dîtin, bi zîhniyeta qirker sûcên şer hemûyan dike û bi vî rengî dixwaze bi ser bikeve. Vê yekê jî bi hilweşandina her deverê pêk tîne, ku nabêje jin, zarok, extiyar, komkujiyan dike. Di salvegera 9’ê Cotmehê ya komploya navneteweyî de dest bi êrîşa ji bo dagirkirina Rojava kir. Li dijî hevkariya TC a faşîst û DAÎŞ’ê, hêvî û piştevaniya ku ji aliyê ewladên leheng ên Kurd û gelê Kurd li Rojava li dijî qirkerî û dagirkeriyê afirandin û bi berpirsyariya berxwedana sedsalê tevdigerin, bûye tirsa herî mezin û ketiye dilê faşîzmê.

Ev sekna bi îrade ya ku hebûna hemû pêkhateyên gelan diparêze û hembêz dike ji bo mirovahiyê bûye hêviyeke mezin a azadiyê, ji bo hêzên dagirker jî bûye çavkaniyeke tirsê. Ji ber vê yekê di demekê de ku nêzî Roja Piştevaniya Kobanê ya Dinyayê de li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî li dijî Kurdan dest bi siyaseta qirkirinê kir û di serî de Serêkaniyê û Girê Spî li her devera herêmê meşand. Ev yek encameke vê tirsê ye. Erdogan ê dijminê Kurdan ku şerê li qirkirinê yê li dijî Kurdan ji bo xwe weke stratejiya bingehîn destnîşan kiriye, wê zîhniyeta wî ya qirker têk biçe. Bi vî wesîleyê em ragihandina 2’ê Mijdarê Roja Rojava ya Dinyayê silav dikin û bang dikin ku her kes tevlî berxwedanê bibin, şoreşa gelan û jinan biparêzin.

Dîrok ne tenê dubare dibe. Yên ku hurmetê nîşanî hebûna xwe didin û di vê oxirê de berdêla herî giran jî didin pêş çavên xwe, di rewşeke nepêkane de rêveçûna dîrokê veguherandin şoreşa gelan û niha jî bûne hêviyeke mezin a mirovahiyê. Êdî şoreşeke jinê heye. Bi hezaran şehîd hene, mîna fermandara vê demê Ş. Zîn Kobanê ya Cenga Rojava, pêşengî ji berxwedana rûmetê re kirin û dîrok nivîsandin. Biryardarî û îradeya gelan û jinên evîndarên azadiyê her tim di encamwergirtinê de diyarker in.

Bi vê wesîleyê em ewladên Kurd û jinên leheng ên li Kobanê û li Rojava bi lehengî li ber xwe dan û cihê xwe di dilê mirovahiyê de girtin careke din bi rêz û minetdarî bi bîr tînin. Ew xwediyê jiyana azad in ku di oxira wê de canê xwe feda kirine û bûne rûmet û desta xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û xwe gihandine dilê bi milyonan mirovî yên li çar aliyên dinyayê. Em jin û gelên ku bi dirûşma ‘Em ê li çar aliyên dinyayê şoreşa Rojava biparêzin. Em ê teslîmî artêşa DAÎŞ’ê nekin’ rabûne ser piyan careke din silav dikin. Heta ku dîroka mirovahiyê hebe wê sekna berxedêr a jinên YPJ’î yên bi îradeya ji pola li dijî çeteyên DAÎŞ’ê rawestiyan li nava jinên li tevahiya dinyayê bibe çavkaniyeke sûdwergirtinê.

Em biryardariya ‘Me bi hev re şer kir, em ê bi hev re şoreşa jinê biparêzin’ silav dikin ku bi vî ruhî daketine qadan. Li her devera dinyayê dilê jinan bi şoreşa Rojava re bûne yek. Di berxwedana rûmetê ya Rojava de wê hesabê Ş. Zîn Kobanê, Ş. Amara, Hevrîn Xelef û dayika Akîde bi sekna jinên rêxistinbûyî qat bi qat bê pirs kirn. Her wiha Çîçek Kobanê bi birîndarî ji aliyê çeteyan ve êsîr hate girtin. Wê ewlad û keçên Kurd ên mîna Çîçek Kobanê bi rêz bi bîr bîne û hesabê wê bi rengekî mezin bipirse. Dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên xwe yên talanker, tecawizkar bi şerê dagirkeriyê yê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Serêkaniyê, Girê Spî û tevahiya Rojava qirkirinê ferz dike. Li dijî vê zîhniyeta qirker şervanên QSD, YPJ û YPG ên şerê rûmetê dikin bi berxwedana xwe ya mezin a 22 rojan bi ruhê azadiyê şer dikin.

Di vî şerê rûmetê de bi sedan mirovên me yên sivîl hatin qetilkirin. Gelê me û gelên Rojava wê Hevrîn Xelef û dayika Axîde ji bîr nekin. Berxwedana rûmetê ya gelê me wê teqez bi ser bikeve. Xeta azadiyê ya Rêber Apo wê bi ser bikeve. Yê têk biçe wê artêşa çete ya zîhniyeta AKP-MHP’ê be. Ya bi ser bikeve wê Şoreşa Jinê ya Rojhilata Navîn a bi pêşengiya gel û jinan be. Gelê Kurd wê bi ser bikeve. Bi berxwedana gelan û jinan wê pîlanên qirêj ên emperyalîstan têk biçin. JI BO RAWESTANDINA QIRKIRIN Û DAGIRKIRINA LI DIJÎ ROJAVA DIVÊ JIN BI RENGEKÎ BÊNAVBER RABIN SER PIYAN.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Leşkerên dagirker li Farqînê û Hênê 5 kes binçavkirin

Nivîsa Pêş

Roja 21’emîn a Berxwedana Cenga Rojava: Sûcên nû yên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ji çeperên Serêkaniyê dimenên Berxwedanê

Roja 21'emîn a Berxwedana Cenga Rojava: Sûcên nû yên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê

Li Rojhilatê Kurdistanê jineke ciwan xwe xeniqand

Artêşa tirk a dagirker gundê Erîşa topbaran dike

Manşet

  • Xwendekarên Peymangeha Bijîşkî ya Kobanê destek didin dermankirina birîndaran
  • Gelê Kurd Bi Rihê Serhildanê Li Kolanan e
  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.