DERÎK – Yekîtiya Jinên Ciwan ên Dêrîkê ji bo belavkirina fikir û felsefeya Rêber APO di çarçoveya kampanya “Ji Bo Azadiyê, Dem Dema Pêşengtiye”, standa pirtûkên Rêber APO danîn û her bi vê mebestê kovara “Silava” û pirtûkên din jî hatin belavkirin.
Jinên Ciwan bi armanca belavkirina fikrên Rêber APO di nava civakê de û taybet di nava jinên ciwan de standa pirtûkan (Parêznameyên Rêber APO) bi zimanê Kurdî û Erebî danîn.
Ser vê esasê belavkirina fikir û felsefeya Rêber APO didomîne. Jinên ciwan bi standa ku vêkirin, armanc dikin ku pirtûkên Rêber APO bigihînin hemû jinên ciwan û ciwanan û bi vî rengî birdoziya Rêber APO belav bikin.