HESEKE – Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan û Desteya Ciwan û Werzîşê a Herema Cizîrê, li bajarê Hesekê bi şahiyekê bi navê Bendava Şehîdan lîstokgehekê vekirin. Malbatên şehîdên berxwedana Bendava Tişrînê û bi sedan ciwan û şênî di şahiyê de amade bûn.
Di serî de di şexsê şehîdên Berxwenda Bendeva Tişrînê de ji bo tevahî şehîdên şoreşê hat girtin. Piştî wê, li ser qehremantiya şehîdên berxwedana Bendava Tişrînê axaftin hatin kirin.
Piştre gelek hunermend, di nav de Muayad Şorêş û Hojîn Heriz, stranên xwe pêşkêşkirin. Ciwan û gel jî bi stranan re govendên xwe gerandin.
Her wiha, ciwanan ku beşdarî şahiyê bûn li ser wateya berxwedana Bendava Tişrînê û girîngiya vekirina cihên werzîşê ji bo ciwanan axivîn.