FRANSA- Turnuvaya futbolê ya ku bi navê Çekdar Canfeda Med, ku di 12ê Tebaxa 2022’an de li Metîna şehîd bû, hatibû lidarxistin, bi coşek mezin bi dawî bû.
Ciwanên Kurd ên li Fransayê dijîn, li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletên Ewropî turnuvayek futbolê li dar xistin. Piştî turnuvaya futbolê, ciwanan banga beşdarbûna 15’emîn Festîvala Ciwanan a Engin Sincer kirin, ku dê di 8ê Hezîranê de li Parc de la Ravelle – la Rose li Marsîlyayê were lidarxistin.
Berî maça fînalê, ji bo bîranîna Şehîdên Kurdistanê deqeyek bêdengî hate girtin.
Maça fînalê, ku piştî deqeya bêdengiyê hate lidarxistin, di çarçoveya hevaltiyê de hate lîstin.
Piştre, kûpa pêşkêşî tîma ku di maça fînalê de bû yekem hate kirin.