NAVENDA NUÇEYAN- Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo jinên ciwanên herêmên rizgarkirî Kampa Xwebûn lidarxisitin. Jinên ciwan ji Reqqa, Tebqa û Derazorê tevlî kampê bûn. Kamp 5 roj dewam kir. Di Kampê de bernameyek dewlemend hebû. Ji xwendina perspektîfên Rêbertî, semîneran li ser nasnameya jinên ciwan, anatomiya jinê, heya lîstok û gerandina cihên dîrokî, gelek bernameyên dewlemend hebûn. Her wiha di kampê de jinên jiwan ji bo Rêber APO hest û fikrên xwe nivisandin.
Jinên ciwan ku tevlî wan kampan bûn nêrînên xwe anîn li ser ziman û diyar kirin ku, “Ev kamp derfetek mezine ji bo ku hîn baştir xwe nas bikin. Ji ber ku bi şewazên cûr bi cûr û afrîner ders tên dayîn, ev dihêle ku hîn baştir mijar werin femkirin.” Jinên Ciwan dan diyarkirin ku her jinek ciwan divê tevlî Kampên Xwebûn bibe.
Ev demekê Yekîtiya Jinên Ciwan di hemû bajaran de ser navê Xwebûn kampan bi rêxistin dike. Ev kamp li ser esasê ku jinên ciwan hîn zedêtir cevhera xwe nas bikin û xwe nezî fikri û felsefeya Rêber APO bikin. Di kampê de ji bo naskirina Birdoziya Rizgariya Jinê gelek bernameyên afrîner hene. Piştî ku di hemû bajaran de kamp hatin birêxistinkirin, niha jî ser asta herêman de Kampên Xwebûn tên lidarxistin. Kampa Herêma Rizgarkirî bi serkeftî bi dawî bû.