BERLÎN- Di bin pêşengiya endamên ciwan ên TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) de ku li paytexta Almanya Berlînê li hev civiyan, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO çalakiyek hate lidarxistin.
Çalakî bi deqeyek bêdengiyê ji bo bîranîna Şehîdên Şoreşa Kurdistanê dest pê kir. Piştî deqeya bêdengiyê, li ser navê TCŞ daxuyaniyek hate dayîn û wiha hate gotin: “Rêber APO zêdetirî 25 salan e li Îmraliyê di tecrîdeke giran de ye. Ev tecrîd ne tenê li dijî Rêber APO ye, lê di heman demê de di şexsê wî de li dijî mirovahiyê ye. Lêbelê, dema ku em li nameyên dawî yên Rêber APO û ramanên wan dinêrin, tê dîtin ku bangên Rêber APO rixmê hemû êrîşan bi hêztir digihîjin hemû gelan.”
Daxuyanî wiha bi dawî bû; Ji ber vê yekê, em, endamên ciwan ên TCŞ û kesên ku qîmetê didin ramanên Rêber APO û van ramanan pejirandine, em ê vê têkoşînê bidomînin û dengê Rêber APO bigihînin heta ku Rêber APO azadiya xwe ya fizîkî bi dest bixe.”