KÖLN- Li bajarê Kolnê yê Almanya, endamên TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) bi talîmatê Rêber APO “Hunê xwe birêxistin bikin, hunê rêxistin bikin” civînek ciwanan li dar xistin.
Civîn bi deqeyek bêdengiyê ji bo Şehîdên Şoreşa Kurdistanê dest pê kir. Piştî deqeyek bêdengiyê, li ser nirxandina pêvajoyê û rol û mîsyona ciwanan nîqaş hatin kirin.
Hat gotin ku ciwan her tim di her warî de pêşeng bûne û wan berpirsiyariya vê pêvajoya nû girtiye ser xwe. Piştî nirxandin û nîqaşan, endamên TCŞ civîn bi hev re bi gotina stranên azadiyê û gerandina govendê bi dawî kirin.