QAMIŞLO -Komîteya Werzîşê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Cîzrê li Hola Werzîşê ya Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Bajarê Qamîşloyê bi navê Şehîd Hogir Dirbesiye turnuvayek voleybolê li dar xist.
9 tîm ji seranserê herêma Cîzrê beşdarî turnuvayê bûn. Turnuva bi deqeyek bêdengiyê ji bo bîranîna hemû şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. 10 tîmên ciwanan di 5 komên cuda de bi hev re lîstin. Di dawiya rojê de, tîma ciwanan a Tirbespiyê bû serketîya turnuvayê. Di dawiya turnuvayê de, xelat li beşdaran û tîma serketî hatin dayîn.