AMED – Li Amedê bi pêşengiya TJA’yê bi hezaran heta Ulu Camiyê meşiyan û jinan diyar kirin ku dê li dora ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ bibin yek û azadiya fîzîkî ya Rêber APO xwestin. Jinên Ciwan ên Partiya DEM’ê ji tevlî meşê bûn û bi pankartên destçêkirî rengê xwe li meşê diyar kirin.
Bi pêşengiya Tevgeza Jinên Azad (TJA) bi hezaran jin ji bo bi dirûşma; ‘Jin ji bo aştiya civakî û çareseriya demokratîk dimeşin’ li Parka Jiyanê ya Şemse Allak bimeşin Ulu Camiyê kom bûn. Di meşê de ji gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê jin tevlî bûn, Hevserokên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Ûçar û Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari jî di nav de gelek kes beşdar bûn.
Li parkê ji bo jin hestên xwe binivîsînin pankarteke spî û vala hat hiştin. Jinan demeke dirêj li qarkê govend gerandin û piştre bi Sûrê dest bi meşê kirin. Jinan di meşê de wêneyên Gulistan Doku, Rojbîn Kabaîş, Narîn Guran û Pexşan Ezîzî ku ji aliyê dewleta Îranê ve rastî cezayê darvekirinê hatiye hilgirtin.
Di meşê de jinan dirûşmên “Bijî aştiya civakî”, “Jin, jiyan, azadî”, “Jin civakê azad dikin”, “Em ji bo hevgirtinê li vir in” û “Berxwedan jiyan e” berz kirin û heta Ulu Camiyê meşiyan û li wir daxuyanî dan.