HESEKÊ – Li Parka 4’ê Nîsanê ya bajarê Hesekê meydaneke lîstikê ji bo zarokan hate vekirin. Zarok û ciwanên ku hatin parkê kêfxweşiya xwe anîn ziman ku meydana lîstikê li Parka 4’ê Nîsanê ku hatiye vekirin da ku zarok bikaribin bi hev re demek xweş derbas bikin.
Ciwan û zarokan di axaftinên xwe de, evîn û dilsoziya xwe ya ji bo Rêber APO anîn ziman û diyar kirin ku Rêber APO jî girîngiyek mezin dide zarokan û ji wan pir hez dike, ji ber vê yekê hebûna cihekî wisa ji bo zarokan li Parka 4’ê Nîsanê de pir watedar e.