ZURÎH- Festîvala Ciwanan a Şehîd Hesen Kızıler, ku her sal li Swîsreyê tê lidarxistin, çend demjimêr berê li Zurîhê Swîsreyê bi coşeke mezin dest pê kir.
Piştî kêliya bêdengiyê, Alî Kaya li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) axaftina vekirinê kir.
Kaya, ku di axaftina xwe de bal kişand ser ruhê ciwanan, diyar kir ku dirûşmeya “Me bi Ciwanan Dest Pê Kir, Em ê bi Ciwanan Serkevin” felsefeyeke jiyanê ye, çandeke berxwedanê ye.
Festîval bi bernameyên hunermendên ji Kurdistanê berdewam dike.
Em ê di demjimêrên pêş de hûrguliyên li ser festîvalê parve bikin.