HESEKE – Li bajarê Hesekê bi sedan kesan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşeke girseyî li dar xist. Ji Şedad, Til Temir, Til Birak, kampên Waşûkaniyê, Serêkaniyê û Holê gelek kes beşdarî meşê bûn. Girseyê wêneyên Rêber Apo hidan. Meşê ji Çerxerêya Kevok dest pê kir.
Meşvan heya Çerxerêya Şehîd Serhed a taxa Miftî meşiyan. Li wir piştî deqeyeke rêzgirtinê, ji hevseroka Meclisa Bajarê Hesekê Xatûn Îsa axivî. Xatûnê bal kişand ser tevgerên dîplomatîk ên jinan ên bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û got dê heya pêkanîna vê armancê tê bikoşin.
Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdilxenî Oso jî got divê gavên cidî ji bo azadiya Rêber Apo bên avêtin û wiha dewam kir: “Di vê demê de divê gav bên avêtin ji bo aştî pêk were. Ji bo aştî pêk were divê di destpêkê de azadiya Rêber Apo misoger bibe.”
Meş bi berzkirina dirûşmên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.