ENQERÊ – Bi boneya salvegera Berxwedana Gezî Xwendekarên Zanîngeha Enqerê bi meşekê şehîdên xwepêşandanên Parka Gezî bi bîr anîn. Xwendekaran li ber kafeteryaya navendî kom bûn û pankarta bi nivîsa “Ji Gezî vir ve ciwan di berxwedanê de ne, şehîdên Gezî nemir in” vekirin û ber bi avahiya rektoratê ve dest bi meşê kirin.