REQA- Çalakiyên “Festîvala Wêjeyî ya Firatê ya yekem” di roja xwe ya duyemîn de bi xalên çandî û dîrokî berdewam kirin.
Roja duyemîn a Festîvala Wêjeyî ya Firatê ya yekem bi danûstandineke berbiçav ji aliyê temaşevanan ve şahidî kir, ji ber ku helbestvan û nivîskarên beşdar bal kişandin ser mîrata dewlemend a çandî û dîrokî ya li dora Çemê Firatê, û tekezî li ser ahenga çandên li Sûriyeyê kirin.
Festîval ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tê organîzekirin û dê çend rojan bi rêzeçalakiyên edebî û hunerî berdewam bike.
Çalakiyên roja duyemîn serdana Keleha Ce’berê, ku yek ji nîşaneyên arkeolojîk ên herî girîng ên herêmê ye, ji ber girîngiya wê ya dîrokî ku kûrahiya şaristaniya herêmî nîşan dide, di nav xwe de digirt.
Di şeva çandî de, belgefîlmek li ser romannivîsê rehmetî Îbrahîm El-Xelîl ê ji Reqayê hate nîşandan, piştre xwendinên wêjeyî yên ku helbest û çîrokên kurt di nav de bûn, hatin lidarxistin.
Nivîskar Emîr Farso û Necah Îbrahîm ji Humsê beşdarî xwendina çîrokên kurt bûn, di heman demê de helbestvan Feyrûz Reşk, Beşar Kamûn, Umeyma Îbrahîm, û Mihemed Hesen berhevokek helbestên ku di navbera welatparêzî û hestyarî de diguherin xwendin.
Çalakî bi stranbêjiya koma muzîkê ya Navenda Çandê ya Navçeya Reqayê bi dawî bû, ku eleqeyek mezin ji aliyê temaşevanan ve dît.