BORDEAUX- Li bajarê Bordeaux ê Fransayê ji bo bîranîna Şehîdên Gulanê turnuvayek futbolê hate lidarxistin.
Turnuva piştî deqeyek bêdengiyê ji bo bîranîna tevahiya meha Gulanê û hemû Şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Turnuvaya futbolê ji aliyê welatiyan ve bi eleqeyek mezin hate pêşwazîkirin.
Bi tevahî 16 tîm beşdarî turnuvayê bûn, her tîmek 11 lîstikvan û 4 lîstikvanên yedek hebûn. Turnuvaya futbolê ya ciwanan li stadyuma Bordeaux hate lidarxistin.
Hate diyarkirin ku armanca turnuvayê ew e ku ciwanên li Ewropayê dijîn li dijî qirkirina çandî werin rêxistinkirin.
Ciwanên Enternasyonalist jî beşdarî tûrnûvaya bûn.
Piştî turnuvaya futbolê, ciwanan banga beşdarbûna 15’emîn Festîvala Ciwanan a Engin Sincer kirin, ku dê di 8ê Hezîranê de li Parc de la Ravelle – la Rose, Marsîlya pêk were.
Turnuva bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.