NAVENDA NUÇEYAN- Di navbera 13ê Gulanê û 14ê Hezîranê de, Ciwanên Enternasyonalîst dê bi semîneran Şengal bidin nasîn. 20 bajarên li Bakur û Rojhilatê Almanya 20 semîneran li dar dixin. Ev înîsiyatîf piştî serdana şandeyeke ciwanan a enternasyonalîst bo Şingalê hate damezrandin. Ev xebat bi hevkariya Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) tê meşandin û semîner ji aliyê beşdaran ve bi eleqeyek mezin tên pêşwazîkirin.
Di semîneran de, ciwan û jinên enternasyonalîst dixwazin civak û berxwedana Êzidî bidin nasîn. Ciwan bîranîn û zanîna ku di dema şandeyê de bi dest xistine parve dikin. Komkujî û qirkirinên jinan ên ku di sala 2014an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li ser wan hatine kirin, têne şîrovekirin. Bi heman awayî, cihekî girîng ji bo pêvajoya azadkirina Şingalê û avakirina sîstema xweseriya demokratîk tê dayîn. Girîngî li ser pêkanîna Paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk tê danîn, ji meclîsên gel bigire heya saziyên jinan (TAJÊ) û rêxistinên ciwanan… Di heman demê de, ciwanên enternasyonal balê dikişînin ser erk û berpirsiyariyên hêzên demokratîk ên cîhanê di parastina şoreşa Şengalê, berfirehkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêber APO û avakirina konfederalîzma demokratîk a cîhanî de.
Beşdarbûyan, ku piraniya wan jin û ciwan bûn, gotin ku ew ji ber çîrokên komkujiyê pir bandor bûne û gelekê pê hestiyar bûne. Di heman demê de, hate destnîşankirin ku avakirina xweseriya li Şengal li ser bingeha paradîgmaya Rêber APO ji bo wan çavkaniya îlham û hêviyek mezin bû.