Enter your email Address

Pazar, Temmuz 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

“Di pêvajoya pêşiya me de rêxistinkirina civakê, jin û ciwanan em bikin bingehê hemû kar û xebatên xwe”

Edîtor: Nucan Serdoz
26/05/2025 - 10:08
di nav Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
“Di pêvajoya pêşiya me de rêxistinkirina civakê, jin û ciwanan em bikin bingehê hemû kar û xebatên xwe”
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- Ji delegeyên Kongreya 12’emîn a PKK’ê Rûken Bagok anî ziman ku di pêvajoya guherîn û veguherînê de wê rêxistiniya civakê, jin û ciwanan bikin karên bingehîn.

Rûken Bagok diyar kir ku armanca wan a bingehîn a dema nû azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye û nirxandineke bi vî rengî kir:

“Destpêkê Kongreya 12’an a PKK’ê li Rêber Apo pîroz dikim. Di şexsê heval Fuat û heval Riza de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînim. Em dubare soz didin ku li ser şopa wan bimeşin û bibin layiqê wan. Ev kongreya 12’an a PKK’ê me li ser esasê talîmata Rêbertî pêk anî. Vê yekê girêdanbûna ciwanên Apoyî ya bi Rêber Apo re nîşan da. Her peyveke Rêbertî em çawa ji xwe re weke talîmat esas digirin, di vê kongreyê de hate nîşandan. Her wiha di vê kongreyê de ji me re mijareke esasî ya rexnedayînê ev bû ku, diviyabû me di vê kongreya 12’an de azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe pêk anîbaya. Divê îsal teqez em azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe pêk bînin. Rêbertî ji bo me her tişt e. Di vê pêvajoya guhertin û veguhertinê de, bi xebata ku me dayî pêşiya xwe ve girêdayî em ê teqez azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe pêk bînin û em ê Rêbertiya xwe bibînin jî. Me bi vê kêfxweşî û kelecanê kongreya xwe pêk anî. Hemû biryar û nîqaşên me meşandin jî, bi vê kelecanê bûn.

Di vê pêvajoya nû de em ê bi Rêbertî re kar û xebat bidin meşandin, ev yek jî kelecanek mezin di me de ava dike. PKK ji bo giştî gelê me, jin û ciwanan îradebûneke pir mezin dide avakirin. PKK di têkoşîna xwe ya 52 salan de nirxekî pir mezin daye avakirin, nirxekî civakî, çandî, exlaq û wijdan daye avakirin.

Di pêvajoya nû de em ê bi mîrateya PKK’ê û bi ruhê hevrêyên xwe yên şehîd bimeşin. Di 4’ê Nîsanê de di meşa Amarayê de Rêbertî perspektîfa pêvajoya nû da ciwanan, ji me re got, pêwîste xwe li her derê rêxistin bikin û her kesê rêxistin bikin. Em vê yekê ji xwe re weke talîmateke esasî û bingehîn digrin dest ku di pêvajoya pêşiya me de rêxistinkirina civakê, rêxistina jin û ciwanan em bikin bingehê hemû kar û xebatên xwe. Divê hemû ciwanên Apoyî û welatparêz, sosyalîst û enternasyonalîst pêvajoya li pêşiya me bi vî rengî binirxînin.

PKK’ê di têkoşîna xwe ya 52 salan de serketinên pir mezin daye avakirin. Di her meş û gava xwe de Kurdê ku mirî dihate pênasekirin, jinûve zindî kir. Di wê jina ku nedikarî baxive de jî, îradeyeke pir mezin da avakirin. Weke jinên ciwan em ê xwe çawa îfade bikin, em îradeyeke çawa ne, em ê çawa parastina xwe ya cewherî pêş bixin, yanî di vî warî de me hemûyan hebûna xwe di nava PKK’ê de dît. Ya ku di pêvajoya pêş de jî dikeve ser milê me, em ê hemû gavan ji bo azadiya civakê bavêjin. PKK’ê di giştî cîhanê de îdeolojiya xwe civakî kir. Mîrate û hafizeke pir mezin ji bo giştî jin û ciwanan da avakirin. Bi vê bîr û baweriyê em ê bimeşin û teqez em ê bi ser bikevin.

Em ê xwedî li mîrateya ku ji me re hatî hiştin, derbikevin. Em ê nûbûyînê di kesayeta xwe de ava bikin. Em ê bi vê kelecanê li her derê xwe rêxistin bikin. Ev yek ji bo me mijara herî esasî û girîng e. Bê guman bi fesixkirina PKK’ê re hemû tişt naqede, di encamê de mîrateyeke pir mezin ji me re daye avakirin. Ji bo pêvajoya li pêş me, ji bo giştî ciwanan jî em dikarin vê bêjin ku di xwe de nûbûyînê çêbikin, hîn bêhtir kar û xebat bimeşînin, hîn bêhtir xwe biwestînin, Rêbertî rast bixwînin û rast tevlî bibin, em bikarin hevrêtiyeke rast bi Rêbertî re pêk bînin ku em bibin layiqê hemû şehîdên xwe û Rêbertî. Encex bi vê yekê re em dikarin azadiyê bi dest bixin. Li ser vî esasî em dubare Kongreya 12’an a PKK’ê li Rêbertî û hemû gelê xwe pîroz dikin, ji her kesê re serketinê dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Yekem Festîvala Wêjeyî ya Firatê li Reqayê dest pê kir

Nivîsa Pêş

Li Şengalê, gelê Êzidî û Ereb ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO meşiyan

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Şengalê, gelê Êzidî û Ereb ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO meşiyan

Li Şengalê, gelê Êzidî û Ereb ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO meşiyan

20 bajar 20 semîner : Ciwanên Enternasiyonal berxwedana gelên Şengalê didin nasin

20 bajar 20 semîner : Ciwanên Enternasiyonal berxwedana gelên Şengalê didin nasin

Manşet

  • Meşa Jinên Ciwan li Helebê: Daxwaza “Azadiya Rêber APO” bilindtir dibe
  • Hejmara Tirmeh û Tebaxê ya Kovara Silava derket
  • Li Hesekê jineke ciwan a 19 salî hat qetilkirin
  • Ciwanên TCŞ dîmenê Koma Aştî û Civaka Demokratîk temaşe kirin
  • Dîmenên amadekariya dawî ya ji beriya gava dîrokî
  • HPG-NRÇ’ê gerîlaya şehîd bibîr anî
  • Endamên TCŞ’ê standeke agahdarkirinê li dar dixin

Herî zêde hatine xwendin

  • Nasnameya gerîlayên ku beşdarî merasîma çekberdanê bûn, hate eşkerekirin

    Nasnameya gerîlayên ku beşdarî merasîma çekberdanê bûn, hate eşkerekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Endamên TCŞ’ê standeke agahdarkirinê li dar dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê gerîlaya şehîd bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên TCŞ dîmenê Koma Aştî û Civaka Demokratîk temaşe kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TEV ÇAND’ê ragihand ku Agir Serîhildan şehîd bûye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJ’ê nasnameya Ş. Tolîn Pelşîn Baz eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meşa Jinên Ciwan li Helebê: Daxwaza “Azadiya Rêber APO” bilindtir dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dîmenên amadekariya dawî ya ji beriya gava dîrokî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Tirmeh û Tebaxê ya Kovara Silava derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê jineke ciwan a 19 salî hat qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.