MEXMÛR- Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê 86 xwendevanên ku Dibistana Amadeyî qedandin, bi şahiyekê hatin pîroz kirin û mezûn bûn.
Duh êvarî li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 86 xwendevanên Dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn ku dibistana Amadeyî qedandin, mezûn bûn. Destpekê xwendevanan li parka şehîd Aryen Cûdî wêneyên xwe girtin û ji wir ji berê xwe dan cihê şahiyê.
Şahî li Navenda Çand û Hunerê ya wargehê, tevî malbatên xwendevanan bi tevlîbûna sedan kes hat lidarxistin. Beriya pîrozbahiyê deqeyek rêz ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê hat girtin. Piştî rêz girtinê, ji Rêveberiya dibistana Şehîd Koçerîn Mamosta Abdullah Tunç axivî.
Abdullah Tunç di destpêka axaftinên xwe de serkeftin ji xwendevanên ku mezûn bûne re xwest û wiha peyîvî: “Wek tê zanîn ev bi salane derçûna xwendevanên refên çaran tê çêkirin, ev jî ya 23’emîne tê kirin. Em jî weke xwendevanên destpêkê yên wargehêne ku me hefleya derçûnê kiriye û ev berdewamiya wê ye ango ev 23 salin tê pêkanîn. Em ji bo xwendevanan bêjin, wek fermî dawî li dibistana amadeyî tînin, lê dawî li xwendina xwe na înin. Xwendina wan nû destpê dike yanî barê wan girantir dibe. Rêbertî dibêje; ‘zarokên Mexmûr, zarokên minin’ divê xwendevanên me bi vê zanebûnê pêşerojê binirxînin. Di xwendinê de dem û temen nîne, her tim xwendin berdewame.”
Piştî axaftinê, navê xwendevanên ku mezûn bûne yek bi yek vexwendin ser dikê. Dûvre li ser navê xwendevanan Şîlan Budak axaftinek kir.
Şîlan Budak jî di serî de xêrhatina hemû kesên amade kir û wiha pêde çû: “Îro hatina me ya vêderê û qedandina vê perwerdê ji bo me wekî xeyalekê ye. Bi zimanê xwe xwendin, nivîsandin û perwerde dîtin maf û xeyalê her zarokekê ye. Îro em van xeyalan bi cih tînin û her yek ji van dibe serbilindiyek mezin ji bo bav û kalên me ku bi dehan serhildan kirîn û bi deh hezaran şehîdên me yên ku ji bo rojek wiha têkoşîn kirîn û canê xwe feda kirin. Em berhemê têkoşîna bi sedsalanin, me helbestên herî xweş û bedew ji helbestên Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Elî Herîrî û bi sedan helbestvan û wêjevanên wekî wan girtine. Me dîroka xwe ya herî kûr û dewlemend ji quntara çiyayên Zagors û Torosan têgihiştiye. Me zanista xwe ji Celadet Elî Bedirxanan, Qanatê Kurdo û bi taybet ji pirtûkên Rêber Apo girtiye. Lê ya herî girîng derfetê perwerdeyê ji bo me vekirî, hestên mereqkirin, lêkolînkirin di hindirê me de şiyarkirî Rêberê me ye.”
Her wiha piştî axaftinan, sînevîzyonek ku ji wêneyên xwedevanên mezûnbûyî pêkdihat, hat nîşandan. Duvre xendevanên amadeyî bi stiran û govendên xwe temaşevan coşandin. Her wiha ji Navçeya Mexmûrê jî Koma Qereçox stiranên xwe pêşkêş kir. Herî dawî jî li ber stiranên gelerî govend hat gerandin.
Çavkanî: Rojnews