HESEKE – Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê konferansekî bi navê “Konferansa Xwendekarên Rêber Apo… Partiya Karkerên Kurdistanê, Partiya Şehîdan, Romanek, Helbest û Stranek Bê Dawî ye” li dar xistin. Konferans li bajarê Heseke, li Navanda Çand û Hûner a Serdemê, hat darxistin. Bi sedan xwendekar ji gelek bajarên Bakûr û Rojhilatê Suriyê beşdarê konferansê bûn.
Di dest pê kê de deqayekî rêzgirtin li ser rihê hemû şehîdên şoreşê hat girtin. Piştî wê li ser rewşa siyasî ya herêmê û pêşketinên dawî, bi taybetî piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber APO û Kongreya 12’emîn a PKK, axaftin hatin kirin.
Piştre Ferhad Merdê helbestên xwe got. Her wiha, xwendekaran helbest û wêne yên ku bi xwe nivîsandin û xêz kirin .
Konferans bi coş û kelacanekê mezin berdewam dike.