HESEKÊ – Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê konferansekî bi navê “Xwendekarên Rêber APO” li dar dixin.
Konferans li bajarê Heseke, li Navanda Çand û Hûner a Serdemê, tê li darxistin. Bi sedan xwendekar ji gelek bajarên Bakûr û Rojhilatê Suriyê beşdarê konferansê bûn.
Di dest pê kê de deqayekî rêzgirtin li ser rihê hemû şehîdên şoreşê hat girtin. Piştî wê li ser rewşa siyasî ya herêmê û pêşketinên dawî, bi taybetî piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber APO û Kongreya 12’emîn a PKK, axaftin hatin kirin.
Di konferansê de, wê ji aliyê xwendekaran ve helbest û wêneyên ku ji bo Rêber APO, şehîdên şoreşê û tevgera azadiyê hatine amade kirin werin pêşkêşkirin.
Konferans bi coş û kelacanekê mezin berdewam dike.