ŞENGAL – Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê (YJCŞ) îro li bajarê Şengalê bi armanca vekirina navenda ciwanan a bi navê Şehîd Fedakar Şengalî çalakiyek li dar xistin. Bi dehan kesan vekirina navendê bi coş û moralek mezin pîroz kirin.
Bername bi deqeyek bêdengiyê ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê Şehîd Fuat, Şehîd Rıza Altun û Şehîd Fedakar Şengalî dest pê kir. Endamê YCÊ Bahoz Şengalî ku axaftina yekem kir, got ku rêxistinkirina ciwanan rol û mîsyona herî girîng e ku Rêber APO daye ciwanan. Ji ber vê yekê, hate gotin ku armanca avakirina vê navendê ew e ku bingehek were afirandin da ku ciwanên Êzidî û bi giştî ciwanên Şengalî xwe birêxistin bikin.
Piştre, dayika Şehîd Fedakar axifî û got: ‘Em hêvî dikin ku ciwanên me li hev bicivin, bibin ciwanên şoreşger, ciwanên fedakar, bibin fedaiyên Tawusî Melek, bibin fedaiyên şehîdan, bibin fedaiyên Rêber APO û di vê navendê de rêxistinek xurt ava bikin.’
Piştî axaftinê, wêneyê Şehîd Fedakar wek diyariyek pêşkêşî malbata wî hat kirin. Piştre, vîdyoyek li ser xebata YCÊ û YJCŞ hate nîşandan û stranên şoreşgerî ji aliyê Koma Bêrîvan a ji Navenda Çand û Hunerê ya Stiya Nexşa ve hatin gotin.
Pîrozbahî bi stran û govendan bi dawî bû.