Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî

Edîtor: Nucan Serdoz
17/05/2025 - 13:07
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
HPG’ê şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî
ParvekeTweet

BEHDÎNAN- HPG’ê got, “Di şexsê pêşengê me yê mezin hevrê Hakî Karer de em hemû şehîdên şoreşê û yên meha Gulanê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku bîranîna şehîdan di têkoşîna xwe de bi serketinê tacîdar bikin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kirin:

“Têkoşîna me ya azadiyê ji bo ku gelê me bibe xwedî siberojeke bi rûmet û azad, li ser milên fedayiyan bilind bûye ku bêteredut ber bi şehadetê ve meşiyane. TEvgera Azadiyê ya Apoyî di her sala têkoşîna 52 salan de, di her meh û her rojê de şehîd dane û artêşa şehîdên nemir, xeta şehîdan û ji bo gele Kurd nirxên herî pîroz afirandine. Pêşengê me yê şoreşger hevrê Hakî Karer ku Rêber Apo dibêje ‘mîna ruhê min ê veşartî bû’, di 18’ê Gulana 1977’an de şehîd bû. Lewma ev roj weke ‘Roja Şehîdan’, meha Gulanê jî weke ‘Meha Şehîdan’ hatiye qebûlkirin. Şehîdên me çavkaniya hêza esas in ku me didin jiyankirin, ji bo nirxên me bêyî ku ti astengiyê nas bikin hêza meşînê ava kirin. Gelê Kurdistanê ev heqîqet pir kûr hîs kir û fêm kir, şehîdên xwe her tim bi serbilindî û rûmeteke mezin pêşwazî kir û ji bo xwedî derketina şehîdên xwe canê xwe danî holê. Di meha Gulanê de gelek xelekên şehadetê yên mezin çêbûne ku bi berxwedana xwe ya destanî, dîrok nivîsandine.

Roja 1’ê Gulanê li Lubnanê Abdulkadîr Çûbûkçû, li Garzanê fermandarê eyalete Ramazan Kaplan (Celal Hoca) û hevalên pê re û fermandarê hêja yê Cûdiyê Hamza û hevalên pê re; 2’yê Gulanê fermandarê me yê destpêkê Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn û Fermandarên me yên Saha Navîn Azad Sîser û Çekdar Amed; 4’ê Gulana 1937’an bi destpêkirina Terteleya Dersimê re qetilkirina bi hezaran ji gelê me yê Dersimê; 6’ê Gulanê Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan û di heman demê de şoreşgerê cihana enternasyonalist Ernesto Che Guevera; 9’ê Gulanê ji milîtanên hêja yên PJAK’ê Ferzad Kemanger, Şirîn Elemhulî, Elî Heyderiyan, Ferhad Vekîlî û ji fermandarên pêşeng ên HBDH’ê Ûlaş Bayraktaroglû; 11’ê Gulanê Gurbet Aydin (Mizgîn); 12’ê Gulanê Leyla Qasim û 4 hevalên pê re; 16’ê Gulanê li Hewlêrê bi hevrê Hêlîn, Salih û Ozan re bi deh hezaran hevrêyên me yên ji aliyê PDK’ê ve hatin qetilkirin, 18’ê Gulanê Çaran (Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengin, Necmî Oner) û pêşengê şoreşger Îbrahîm Kaypakkaya; 19’ê Gulanê Halîl Çavgûn û Muslum Baran; 22’yê Gulana 2001’an 16 hevalên me yên ku ji aliyê artêşa Tirk ve li herêma Yedîsu ya Çewlîkê bi çekên kîmyewî hatin şehîdxistin; 25’ê Gulanê hevrê Ahmet Kesîp (Cemşîd) û fedayiyên pêşeng ên Tabûra Nemiran Andok û Êrîş; 27’ê Gulanê hevrêyê me Îsmaîl Nazlikul (Qasim Engîn); 31’ê Gulanê jî li Nûrhakan ji pêşengên şoreşa Tirkiyeyê Sînan Cemgîl û hevalên wî şehîd bûn.

EM HEVAL FUAT Û RIZA BI RÊZDARÎ BI BÎR TÎNIN

Kongreya PKK’ê ya 12’an ya ku di 5-7’ê Gulana 2025’an de hatî lidarxistin, diyarî hevrê Fuat-Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hate kirin û şehadeta wan hate ragihandin. Hevrêyê ewilî yê Rêber Apo, hevrêyê heqîqetê, pêşengê têkoşîna me, pîrê me yê zana hevrê Fuat ku dilê wî bi eşqa Rêbertî û manewiyatê dagirtiye, weke endamekî xurt ê xeta Apoyî mohra xwe li têkoşîna me xistiye. Hevrê Riza xwe û hemû malbata xwe bêteredut tevlî têkoşîna azadiyê kiriye, bêhesab têkoşiyaye, bêyî ku bizane tirs çiye bi sekna xwe bû abîdeya cesaretê ya mezin, çekdarê pispor ê salên ewilî yên têkoşînê, kedkarê mezin ê xeta xweparastinê, nefere berxwedana zindanê û dîplomatê xurt ê siyaseta demokratîk navê xwe li hemû cîhanê da bihîstin. Em şehadeta endamên damezrîner ên PKK’ê pêşengên me yên mezin hevrê Fuat û Riza yên ku bîranîn, hevrêtî, têkoşîna wan a dîrokî û kesayetên wan ên mezin li pirtûkan bi cih nabin, di Meha Gulanê, Meha Şehîdan de pêşwazî dikin û van hevrêyên xwe bi rêzdarî, hezkirin, minetdarî û bi hesret bi bîr tînin.

Ji ber ku bi hezaran lehegan divê mehê de bi rengekî destanî li xwe dane û şehîd bûne, meha Gulanê bûye meha Şehîdan û wateyeke mezin qezenc kiriye. Di salvegera 48’an a şehadeta wan de, em di şexê pêşengê xwe yê mezin hevrê Hakî Karer de hemû şehîdên şoreşê û yên meha Gulanê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku bîranîna şehîdên di têkoşîna xwe de bi serketinê tacîdar bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

“PKK destaneke welê ye ku wê her tim ciwantiya xwe biparêze”

Nivîsa Pêş

Li Helebê Pêşbirka Satrancê hate lidarxistin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Helebê Pêşbirka Satrancê hate lidarxistin

Li Helebê Pêşbirka Satrancê hate lidarxistin

Çalakiya xelkê Mexmûrê di roja sêyan de berdewame

Çalakiya xelkê Mexmûrê di roja sêyan de berdewame

Manşet

  • Li Dû Navçeyên Colemêrgê, Ciwanan Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Li Dar Xistin
  • “Em Li Hêviya Gelê Xwe Yê 4 Parçeyên Kurdistanê Ne Ku Sînorê Kobanê Rakin”
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Bi Deh Hezaran Kes Li Wanê Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.