NAVENDA NUÇEYAN- Kovara Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê “SILAVA” bi slogana “Di Sosyalîzmê De Israr Di Mirovbûnê De Israr e” derket.
Kovara Silava ku her du mehan carekê bi Kurdî û Erebî derdikeve mijarên girîng di çerçoveya Sosyalizmê de destdigire.
Di Kovar de nirxandinên Rêber APO yên li ser Sosyalizm cih digire û bi Perspektîfa Jinên Ciwan ve nîşan dide divê jinên ciwan çawa rola xwe ya pêşengtî di vê pêvajoyê de bileyizin. Her wiha di beşa Portre de rêhevalên Şehîd Nûcan Serdoz behsa jiyan û têkoşîna wî dikin. Peyva “Sosyalizm” di beşa Tegeh de berfireh tê pênase kirin û di beşa Destan de têkoşîna Rosa Luxemburg ji bo Sosyalizmê dide nasîn.
Her wiha di kovarê de pêwîste jinên ciwan bi peyama Rêber APO ya dirokî re kesayeta sosyalîst çawa avabikin tê destgirtin.
Di kovarê de gelek mijar û nivisên curbecur ku hatiye nîvsandin benda xwendewanên xwe ne.
Hûn dikarin bi navnîşanan jêrin re xwe bigihînin Kovara Silava:
https://t.me/jinenciwankurmanci
https://t.me/RagihandinJinenCiwan
https://linktr.ee/ragihandinajc