ŞENGAL- Ciwanên Êzidî bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Jinên Ciwan yên Şengalê li dijî êriş û komkujiyên li dijî gelên Durzî û Elewî meşiyan. Ciwanan piştgiriya xwe ji bo Durzî û Elewiyan ragihandin û diyarkirin, tiştên DAIŞ’ê bi serê Êzidiyan anîne, niha HTŞ li van gelan dike.
Îro di saet 16.00’an de li komelgeha Xanesorê ya Şengalê komkujiyên HTŞ’ê yên li Sûriyeyê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin. Di meşê de komkujiyên dijî Elewî û Durizyan bi meşeke girseyî hate şermerzarkirin.
Bi sedan ciwanên Êzidî û Ereb, endamên saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê piştgirî dan meşa bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Jinên Ciwan yên Şengalê ya li dijî komkujiyan.
Meş ji Xanesora kevin destpê kir heya navenda Xanesorê dirêj kir. Di meşê de alên ciwanan û posterên Rêber APO û pankarteke, êrişên dijî gelên Durzî û Elewiyan şermezar dikin, hate rakirin.
Daxuyanî ji aliyê Endama Jinên Ciwan Avesta Êzidî ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin, piştî HTŞ’ê ku komeke cîhadîste li Sûriyeyê hate ser desthilatê şûnde rûyê wê yê DAIŞ’ê derkete holê.
Di daxuyaniya ciwanan de wiha hate gotin: ‘‘Çawa DAIŞ’ê 2014’an komkujî li dijî me Êzidiyan pêkanî, niha jî HTŞ’ê li Sûriyeyê gelên Durzî û Elewî qetil dike. Tu ferq di navbera êrişên DAIŞ’ê yên dijî Êzidiyan û êrişên HTŞ’ê yên dijî Dûrzî û Elewiyan de nîne. Hate dîtin ku HTŞ, DAIŞ bixwe ye. Divê hemû gel, jin û ciwan xwe li hember êrişên çeteyan biparêzin. Em ji gelê me yê Êzidî û Durzî re dibêjin, herî baş em êşa we fêm dikin. Me çawa xwe li hember DAIŞ’ê parast, bawer dikin hûnê jî xwe biparêzin.
‘Bijî berxwedana gelan’, ‘Bimre HTŞ û DAIŞ’, ‘Bijî Yekîtiya Ciwanên Êzidî’.