QAMIŞLO – Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Qamişlo, bi boneya 15’ê Gûlanê, roja zimana kurdî, pêşbirkekî zanistî lidarxistin û pirtûkekî xwendin. Nêzî 30 xwendekar tevlî çalakî bûn.
Di serî de, ji bo bîranîna hemû şehîdên doza azadiyê, deqayekî rêzgirtin hat girtin. Piştî wê pêşbirkekî zanistî li ser dîroka gelê kurd û tekoşîna azadiyê hat lidarxistin. Piştî wê pirtûkekî li ser çanda kurd û şaristaniyê hat xwendin.