PAPUA ROJAVAYÎ – Rêxistina Ciwanên Pêşverû yên Papua (KMP2) dewreyekî perwerde li ser Netewa Demokratîk bi dawî kir. 21 xort û jinên ciwan ên Papua beşdarî vê perwerde bûn. Di dewre de fikrê marksîzmê klasîk, fikrê Frantz Fanon û fikrê Rêber APO hatin dest girtin.
Di encamê perwerde de ji aliyê KMP2 ve ev bang hat kirin: “Enternasyonalîzmekî nû ava bikin – piştgiriyê bikin û navnetewî bifikirin û ji bo vî çalakiyan bikin! Konfederalîzma Demokratîk, rizgariya gel bê rizgariya jin nabe. Bijî Rizgariya Netewî ya Papua Rojava û Ji bo Rêber APO Azadî ji bo Pirsgirêka Kurd Çareserî.
Bijî Rêber APO!
Azadî ji bo Papua Rojavayî û ji bo Kurdistan!”
Her wiha, KMP2 diyar kir ku di mehên hezîranê û tîrmehê de wê perwerdeyên li ser paradîgmaya Rêber APO, bi taybetî derbarê dewlet, netewa demokratîk û jineolojî (zanista jin) werin berdewam kirin.
Papua Rojavayî berî sedsalan ji aliyê Spaniya û Holanda ve hat dagirkirin û di roja îro de, di bin desthilatdariya Endonesya de ye.