QAMIŞLO – Di bin pêşengiya Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz de, kadroyên pêşeng ên PKK Alî Haydar Kaytan û Riza Altun hatin bibîranîn û kongreya 12’emîn a PKK hat silavkirin.
Di serî de, deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê hat girtin. Piştî wê endamên Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz gotin: “Em şehîdên xwe bi bîr tînin û soz didin ku em ê têkoşîna wan bişopînin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin da ku rol û mîsyona xwe bi awayê herî xurt pêk bînin heta ku em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dest bixin.”
Piştre, jiyana her du şehîdan ya ku tijî berxwedan û têkoşînê bû, ji roja damezrandina PKK’ê heta roja şehadetê, hate vegotin. Piştre sînevîzyonek ku jiyana her du şehîdan vedibêje hate nîşandan. Bîranîn bi berzkirina dirûşmeyan “Şehîd Namirin” bi dawî bû.