HELEB – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ya bajarê Helebê bi girsahî tevlî merasîma şehîdên pêşeng ên PKK Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bûn. Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bo her du fermandaran şehîd merasîmekî bibîranînê li dar xistin. Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê li Goristana Şehîdan a Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li herêma Şiqeyêf a Helebê merasîma bibîranînê li dar xist.
Bi dehan ciwanan bi alên xwe û alên Rêber Apo heya Goristana Şehîdan meşiyan û dirûşmeyên “Bijî Partiya Karkerên Kurdistanê” û “Şehîd Namirin” berz kirin. Her wiha, ciwanan di merasîmê de bi rengê xwe xwe dan diyar kirin.