Enter your email Address

Pazar, Haziran 22, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Ciwanan Kongreya 12’emîn a PKK silav kirin û şehîdên pêşeng bibîranîn

Edîtor: Çekdar Amed
12/05/2025 - 23:46
di nav Çalakî, Ciwan, Daxuyanî, Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe, Rêber APO, Rojava, Taybet, Video
Reading Time: 9 mins read
A A
Ciwanan Kongreya 12’emîn a PKK silav kirin û şehîdên pêşeng bibîranîn
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarên Heseke, Reqa, Kobanê, Qamişlo û Tebqa Kongreya 12’emîn a Partiya Karkerên Kurdistan silav kirin û şehîdên pêşeng ên PKK Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bibîranîn.

 

HESEKÊ- 

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan îro li Parka 4ê Nîsanê ya bajarê Hesekê derbarê encamên 12emîn Kongreya PKKê de daxuyaniyek dan. Ciwanên ku kongreyê silav kirin, Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun bi bîr anîn, ku yek ji pêşengên Şoreşê bûn. Di daxuyaniyê de alên PKK û wêneyên şehîd Elî Haydar Kaytan û Riza Altun hatin hilgirtin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Dewleta Tirk bi rengekî hovane bi rengekî qirker, bi rengekî xwînrij, bi 100 salan e, bi hezaran salane êrîşî gelê Kurd dike. Wek tê zanîn jî mebesta wî ew e ku Kurdan têk bibe, tenê mebesta wî ew e ku vî rêxıstınê û vê fikrî têk bibe. Ev zêdeyî 50 salî ye her dem êrîşî çiyayên Kurdistanê dike li Zap, Metîna, Avaşîn, Xakûrkê, bi rengekî hovane, bi hemû teknîka xwe, bi hemû hêza xwe, bi çekên kîmyayî. Lê îro tê xuyakirin ku bi saya şehîdan, bi saya fikir û felsefêya Rêber Apo, bi berxwedanî û tekoşîna wan keç û xortên me, bi israrbûyîna Partiya Karkerên Kurdistanê û bi cesaret, bi tekoşînekî xurt 50 sal berxweda û dagirkeriya dewleta Tirk têk bir. Em gîştî vê baş dizanin, dewleta Tirk zeyîf bûye di milê aborî, di milê leşkerî de, di milê sıyasî de, pir zeyîf bûye û têk çûye. Lewma jî di 27ê Sibatê de berê xwe da Rêber Apo, ji ber êdî neçar ma. Ji bo wê Rêber Apo jî got hûn dereng mane, lê ezê bi vê pêvajoyê rabim. Rêber Apo bagewazîya wî ya xwe ya Aşîtî û Civaka Demokratîk kir. Rêber Apo barekî pir giran girt ser milê xwe, lê em wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, wek gelê her çar perçeyên Kurdıstanê, wek gelê Rojhilata Navîn, gerek e em bi vê bangewazıyê rabin, em vê bar tenê ser milê Rêber Apo nehêlin. Rêber Apo bangewazÎ kir ku PKK kongreyê xwe li darbixe û xwe fesih bike. Xwe fesih kirin tê wateya êdî dawî kirina şere çekdarî. Li kêleka xwe êdî bi rengekî aşîtî, bi rengekî demokratîk kar û xebat bikin. Em kongreyê 12’emîn a Partiya Karkerên Kurdistanê ji dil pîroz dikin. Ev gaveke pir pîroz bû, gaveke dîrokî bû. Li gorî şert û mercên ewqasî zehmet, li gorî ku heta roja îro jî dagirkerıya dewleta tırk êrîşî çiyayên Kurdistanê, PKK kongreya xwe li darxist û bangawaziya Rêber Apo pêk anî. Ji bo wê ev kongre cihê baweriyê ye, cihê serkeftinê ye. Êdî pêvajoyeke nû wê bê destpêkirin. Ev pêvajo divê em tenê ser milê Rêber Apo nehêlin, û ne tenê ser milê partiya xwe bihêlin. Divê em ser xwe hemûyan bigirin, hemû gelê kurdistanê û hemû gelê bakur û rojhilatê Sûriyê rol û mîsyona xwe di vê milî de bilîze. Ji bo wê divê her kes bikeve nav vê pêvajoya civaka demokratîk û aşitî, her kes êdî bi aramî, êdî bi aşîtî, bi rengekî demokrat kar û xebat bike. Êdî bes e ji şer. Di heman demê de em dibêjin jî wekî ciwan, wekî jinên ciwan, rol û mîsyona me çi be, divê em deh qat xurtir bikin û tevlî vê pêvajoyê bibin, ji ber ku ev pêvajo bi rastî cihê serkeftinê ye. Divê her kes tevlî bibe da ku em bigihêjin xewn û xeyalên şehîdên xwe, em bigihêjin azadî. Di heman demê de ev bangawazî û ev pêvajo ne tenê ji bo her çar perçeyêm Kurdistanê ye, ji bo tevahî Rojhilata Navîn e. Ji bo wê em wekî ciwan û jinên cıwan, divê em vî barî rakin ser milê xwe û kar û xebatê xwe zêdetir bidin meşandin. Di dawî de em rêhaval Alî Haydar Kaytan û rêheval Riza Altûn bi bîr tînin, bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Bi fedekarî û qehremanî her du fermandar kar û xebatekî pir mezın kirin di 50 salan de heta gihîştin asta şehadetê. Em jî ji wan re dibêjin em jî şopdarê rêya we ne, tu carî em venagerin, xewn û xeyalên we emê pêk bînın û em di dawî de dibêjin wê serkeftin ya me be.

Bijî Serok Apo!
Jin Jiyan Azadî!
Berxwedan Jiyan e!”

 

1 Ji 7
- +
slide 1 to 7 of 7

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

REQA- 

 

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên li Kantona Reqayê ji bo lidarxistina konferansa Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Kantona Reqayê li Çiyayên Kasra şahiyek li dar xistin. Di destpêkê de, Mona El-Ehmed bi xêrhatina beşdaran kir û ji bo giyanên şehîdan deqeyek bêdengî hate girtin. Piştî vê yekê, hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger Latîfe Mihemed axivî û berxwedana Rêber Apo û gerîlayên li ser çiya pîroz kir. Her wiha, hemû şehîdên ku ji bo azadiya gelên bindest canê xwe feda kirine bi bîr anî. Piştî wê, ji bo bîranîna şehîd Alî Haydar Kaytan û şehîd Riza Altûn, mûm hatin pêxistin û pêşangehek wêneyên rêber APO hate vekirin. Piştî wê, bi agir wêneyê Rêber Apo hate vêxistin. Di dawiyê de, meşek bi wesayîtan hat li dar xistin ji bo silavkirina Kongreya 12’emîn a PKK û Rêber Apo. Meşa wesayîtan li hemû taxên Reqayê geriya.

 

KOBANÊ- 

 

 

1 Ji 9
- +
slide 1 to 8 of 9

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

9.

 

 

Têkildarê mijarê gelê Kobanê her du şehîd li Pakrewangeha Şehîd Dicle bi merasîmeke bi heybet bi bîr anîn.

Di merasîmê de endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Mihemed Mihemed axivî û diyar kir ku heta kêliya dawiyê her du têkoşeran bê berdêl û bê dudilî ev şoreş dimeşandin û got: “Bi fedakariya şehîd Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn em li tevahî cîhanê hatin naskirin. Bi keda van hevalan Kurdan di nava dîrokê de gavekî mezin bi pêş de avêt. Em bi saya wan li vir dijîn. PKK’ê li her derê têkoşîneke bêhempa ji bo mirovahiyê pêşkşê kir. Her wiha bi saya PKK’ê hewldanên desthilat ên têkçûna civaka Kurd hatin têkbirin.”

Mihemed anî ziman ku bi saya şehîdan ev li vir dijîn û got: “Di nava 52 salan de me bi şehîdan xwe da îsbatkirin. Em çendî jî qala her du fermandarên pêşeng bikin, em ê kêm bimînin û nikaribin fedakariyên wan derbirînin û em ê deyndar bin. Ji bo vê jî banga ku Rêber Apo kirî bangeke xwedî aştî û azadî ye. Li ser wê bingehê PKK’ê kongreya xwe ya 12’yemîn li dar xist û dest bi pêvajoya aştiyane û demokratîk kir.”

Mihemd di dawiyê de got: “Em wek ciwan em ê heta dawiyê ji bo aştî û civaka demokratîk tê bikoşin û xwedî li şehîdên xwe derkevin.”

Dûre find li dora wêneyê her du fermandarên şehîd hatin pêxistin.

 

QAMIŞLO-

 

1 Ji 7
- +
slide 1 to 7 of 7

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

 

Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Qamişloyê ji bo bibîranîna her du şehîdan Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan bi diruşma “Bi rihê Fûat û Riza em kongreya 12’emîn a PKK’ê silav dikin” meşek li dar xist. Di meşê de bi dehan xelkê Qamişlo û ciwanên şoreşger amade bûn.

Meş ji Çerxerêya Elef heta bi Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan dest pê kir. Di meşê de beşdaran mûm pêxistin û wêneyên her du şehîdan, alên tevgera ciwanên şoreşger û alên PKK’ê hildan.

Li pakrewangehê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen axivî û got: “Em her du şehîdan Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin û soza şopandina rêça wan nû dikin.”

Dûre endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Rojvan Qamişlo li ser navê tevgera ciwanan daxuyaniyek xwend û got: “Ji vir heta bi Îmraliyê em silavên xwe ji Rêber Abdullah Ocalan re dişînin û soz didin şehîd Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan ku li ser şopa wan bin. Em kongreya 12’emîn a PKK’ê silav û pîroz dikin.”

Meş bi diurşmên “Şehîd namirin” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.

 

1 Ji 10
- +
slide 1 to 8 of 10

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

9.

10.

TEBQA- 

Îro danê êvarê, Yekîtiya Jinên Ciwan ên kantonên Tebqa û Şehba, merasîmeke bîranînê lidarxist ji bo her du şehîdan Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn, ku şehadeta wan di kongreya 12’emîn a PKK de hate ragihandin. Bi dehan ciwan û şêniyên Tebqa û Şehbayê beşdarî hola Şehîdan bûn. Merasîm ji aliyê endama Yekîtiya Jinên Ciwan Aya El Saghîr ve hatin pêşkêşkirin.

Piştre li ser jiyana her du şehîdan ku ji damezrandina PKK heta roja şehadeta wan bi berxwedan û têkoşînê tije bûye, axaftin hatin kirin. Piştre jî li ser jiyana her du şehîdan sînevîzyonekî hate pêşkêşkirin.

Di dawiyê de dirûşmeyên silavkirina şehîdan û berdewamiya têkoşîna wan hatin berzkirin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Ranyayê jinên ciwan berhemên xwe pêşkeşkirin

Nivîsa Pêş

Besê Hozat: PKK’ê Mohra xwe li Dîrokê xist

Çekdar Amed

Nivîsa Pêş
Besê Hozat: PKK’ê Mohra xwe li Dîrokê xist

Besê Hozat: PKK'ê Mohra xwe li Dîrokê xist

Mûrat Karayilan: PKK’ê Destan Afirand

Mûrat Karayilan: PKK'ê Destan Afirand

Manşet

  • Turnoveya Pîng Pong a ciwanan li Qamişlo didome
  • Li Heseke Jinên Ciwan amadekariya Festîvala Şehîd Zîlan dikin
  • Emîr Kerîmî: Şer azadî û demokrasiyê nayne
  • Li Reqa ezmûnên bawernameya hikûmeta Şamê hatin dest pê kirin
  • Turnuvaya Futbolê ya Şehîd Armanc Cemre di 29ê Hezîranê de Dest Pê Dike
  • HPG’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir
  • HPG’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Emîr Kerîmî: Şer azadî û demokrasiyê nayne

    Emîr Kerîmî: Şer azadî û demokrasiyê nayne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kalkan ser Bûyerên li Îranê: Tam dema tevgera bi hev re, dema yekîtiyê ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DOSYA – Fermandar Ş. Baran Mawa Şehîdê Surê Fermandar Çiyager vedibêje

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koçberên Efrînê li Qamişlo: “Emê vegerin axa xwe”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 6 leşkerên Tirk ên derbasî Başûr bûn hatin kuştinŞemdinli'de İşkalcı güçlere ağır darbe 6 asker öldürüldü

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Derîk’ê konê ji bo Efrîn ket roja 5’an

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Başûr heta Bakur çalakiyên gerîla li dijî artêşa dagirker.

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên ku li Şirnex’ê hatin binçav kirin serbest hatin berdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Jinên Ciwan sibê li Amed’ê wê were li dar xistin!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.