RANYA- Bi 35 standên cûda Festîvala Ciwanan li Ranya hate lidarxistin.
Bi armanca nîşandana kêrhatiyên ciwanan û taybet hunera jinan Festîvala Ciwanan ji aliyê koma ‘Kar ji bo Kar’ li ser bernameya tura guerhînên dûyî rêxistina Sparkî Hollanda û hevkariya Saziya Geşepêdana Şaristanî CDO li navçeya Ranya ya ser bi îdareya Raperîn pêk hat.
Di festîvalê de ciwanan bi 35 standan ve berhemên xwe nîşan da ku piranî jin bûn. Di festîvalê de ji karê dest bigire heta xwarinên Kurdewarî, tablo, cilûberg û berhemên cuda cuda cih girtin.
Hate ragihandin ku armanca vê festîvalê ewe ku derfetên kar ji bo ciwanan bê avakirin û piştgirîkirina ciwanane.