NAVENDA NÛÇEYAN- Meclîsa Ciwanan a Partiya DEM’ê, piştî banga dîrokî ya ku Rêber APO di 27ê Sibatê de kir, bi şîara “Em di Jiyana Sosyalîst de Israr Dikin, Bi Rêbertiya Azad re Xwe Birêxistin Dikin!” kampanyayeke rêxistinkirinê da destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de, kolanên gelek bajaran li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pankartên bi wêneyên Rêber APO ve hatin xemilandin.
Meclisa Ciwanan a Partiya DEM’ê di çarçoveya kampanyaya “Em di Jiyana Sosyalîst de israr dikin, Bi Rêbertiya Azad re Xwe Rêxistin Dikin!” de li Amed, Wan, Mersîn, Riha, Edene û Stenbolê çalakiyên pankartan li dar xistin. Pankartên bi wêneyên Rêber APO û dirûşmeya gerdûnî ya “Bijî Serok APO” li ser cihên herî bilind ên 6 parêzgehan hatin daliqandin.