NAVENDA NÛÇEYAN – Xwendekarên Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê endamê Heyeta Îmraliyê ya Partiya DEM’ê Sirri Sureyya Onder di merasîma mezûniyetê de bi bîr anîn.
Mezûnên sala akademîk a 2024-2025an ên Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê di merasîmê de bawernameyên xwe wergirtin. Endamê Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) û Cîgirê Serokê Meclîsê Sirrı Süreyya Onder ku koça dawî kir, di merasîmê de nehat jibîrkirin.
Xwendekarên ku ji Fakulteya Hiqûqê mezûn bûn, bi pankarta ku li ser wê Sirrı Sureyya Onder nivîsandî bû, “Em zarokên vê axê ne, êşa me hevpar e” derketin ser dikê. Onder li salonê bi çepikan hate bîranîn û kêliyên hestiyar hatin jiyîn.
Piştî axaftinan, xwendekarên mezûn bawernameyên xwe wergirtin.