FRANSA – Endamên ciwan ên Partiya Karkerên Kurdistanê (CKF) li Parîsa paytexta Fransayê hatin cem hev û bi dirûşmeya “Azadiya Rêber Apo ji rêxistinkirina xwe tê” turnuvayek futbolê li dar xistin.
Turnuva bi deqeyek rêzgirtinê ji bo Şehîdên Şoreşa Kurdistanê dest pê kir. Bi tevahî 8 tîmên ji 7 lîstikvanan pêk dihatin, 5 lîstikvan û 2 yên yedek di turnuvayê de beşdar bûn. Hate diyarkirin ku tîma serketî di nav 8 tîmên beşdar de wê paşê bi tîmên serketî yên ji herêmên din ên Parîsê re rûbirû bibe.
Her wiha hat diyar kirin ku di maça fînala mezin a Festîvala Ciwanan de ku di 8ê Hezîranê de li Marsîlyayê tê lidarxistin ew ê li ser navê Şehîd Rêber Varto bilîzin.
Ciwanên Kurd tekez kirin ku ew ê di pêvajoya nû de xebata xwe ya çandî û kolektîf bidomînin û berpirsiyariyek mezintir bigirin ser xwe.
Di heman demê de, Ciwanan diyar kirin ku ew ê çalakiyên xwe yên werzîşî bi tîmên ku ji lîgê derketine re heta dawiya salê bi sîstema lîgê bidomînin.