ŞENGAL – Ciwanên Ereb li Şengalê Akademiya Şehîd Rosa Ereb dewreya Şehîd Ferhad Delîl bi dawî kirin. Dewre ser esasê ku ciwanan fikir û felsefeya Rêber APO nas bikin û gor vê yekê xwe rêxistin bikin hat vekirin.
Dewre bi beşdarbûna komekê ciwanên Ereb 15 rojan berdewam kir. Dersên fikrî ser bingeha pirtukên Rêber APO û çand û exlaqa şoreşgerî hatin dayin. Ew perwerde ji aliyê ciwanan ve bi coş û kelecanekî mezin hat peşwazî kirin. Bi dawîbûna dewreyê re moralek hat lidarxistin ku di nav de dîlan (debkeh), sitranbejî, çalakiyên werzişî giredayê çanda ereban.
Yek ji ciwanên ku tevlî dewreyê bûye, Xidir El-Şerebiye derbarê vê perwerde de hestên xwe wiha anî ser ziman:
“Giringiya vê dewreyê ew bû ku em ji perwerde sûd werbigirin û em ê tiştên di nav jiyan û perwerde de fêr bûne di nav civakê de nişan bidin.”
El- Şerebiye bi daxwaziya aştiyekê mayinde ji bo gelê Şengalê, dawî li axaftina xwe anî.”