NAVENDA NÛÇEYAN – Li Zanîngeha Kobaniyê beşên nû hatin vekirin. Her wiha ji bo master û doktorayê jî derfet li pêşiya xwendekaran hate vekirin.
Di 24’ê Nîsanê de Meclisa Zanîngeha Kobaniyê ji bo berfirehkirina beşên akademîk û vekirina fakulte û beşên nû, civînek li dar xist.
Hevseroka Meclisa Zanîngeha Kobaniyê Xeznê Îbrahîm diyar kir ku di civîna 24’ê Nîsanê de gelek biryar hatibûn erêkirin, yek ji wan jî vekirina fakulteyên nû ye.
Xeznê Îbrahîm da zanîn ku Fakulteya Mimariyê ku dema xwendina wê 5 sal e, Fakulteya Endezyariya Çandiniyê û Peymangeha Beyteriyê hatine vekirin. Her wha li gorî biryaran Peymangeha Tibê veguherî Fakulteya Tibê ku xwendina wê 4 sal e. Di fakulteyê de beşên anestezî, hemşîretî, laboratuar û destwerdana lezgîn hene.
Xeznê Îbrahîm her wiha diyar kir ku Peymangeha Erdnîgariyê dê bibe fakulte û dema xwendina wê bibe 4 sal. Her wiha dê Peymangeha Beyteriyê were vekirin ku xwendina wê 2 sal û nîv e. Peyemangeha Ziman ku demekê hatibû rawestandin, dê dîse bê çalakkirin û dê xwendina beşên zimanên kurdî, erebî, îngilîzî û fransî were destpêkirin.
Li gorî hevseroka Zanîngeha Kobanê Xeznê Îbrahîm dê Peymangeha Zanistên Civakî jî bibe fakulteya beşên mîna dîrok, jineolojî, felsefe û civaknasiyê.
Li ser asta xwendina bilind jî li Zanîngeha Kobaniyê bernamayên masterê dê dest pê bikin û di beşên kargêrî, mafnasî, civaknasî, wêjeya kurdî, zimanê îngilîzî û wêjeya erebî de dê master bên kirin. Her wiha amadekariyên xwendina doktoraya wêjeya kurdî jî tê kirin ku tê payîn îsal dest pê bike.
Kanî ANHA